Temellî bang kir: Dengê xwe bilind bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da û bang kir, ku li her deverê her kes dengê xwe bilind bike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Duşemê ji aliyê rejîma Enqereyê ve hate desteserkirin bi wesayitên zirxî hatiye dorpêçkirin. Nahêlin ku HDP'î xwe bigihînin avahiya şaredariyê.

Temellî li kolana Lîseyê ya li pêşberî avahiya şaredariyê li ber dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

Temellî got, "Li her deverê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me têkoşîna mafdariyê ye. Li paşeroja xwe, li îradeya xwe bibin xwedî. Mîna doh îro jî em daketine qadan. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê vî welatî teqez azad bikin, em ê teqez bi ser bikevin."