Temel: Faşîzm bi têkoşînê dikare were têkbirin

Parlementerê Wanê yê HDP’ê Tayyîp Temel bi endamên partiya xwe re cejn pîroz kir û got ku “Faşîzm bi têkoşînê dikare were têkbirin. Li Stenbolê jî em ê faşîzmê têk bibin.”

Parlementerên HDP’ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku tevlî parlementer Dêrsim Dag li dijî tecrîda Îmraliyê 80 rojan di greva birçîbûnê da mabûn, piştî bidawîkirina çalakiyê li Wanê tevlî pîrozbahiyên cejnê bûn. Hevserokên HDP û DBP’ê yên Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci û hevşaredarên navçeyan tevlî pîrozbahiyê bûn.

TEMEL: CEJNA HERÎ GIRÎNG A KURDAN …

Temel di pîrozbahiya cejnê de got ku “Em niha Cejna Remezanê pîroz dikin. Lê beriya wê cejneke me ya din jî hebû. Dengê rêzdar Abdullah Ocalan gihişt cîhanê.Ev ji hemû kesan cejnek bû.” Temel diyar kir ku parlementer ketibûn greva birçîbûnê û vê rola wan di behrê de dilopek e û bal kişand ser vî tiştî ku têkoşerên rastîn dayîkên berxwedêr, girtiyên li girtîgehan û çalakgerên fedaî ne.”

Temel diyar kir ku bi têkoşînê mirov dikare encaman bistîne û got ku “Heta ku têkoşîn û berdêl tunebe, faşîzm nayê têk birin. Bi saya têkoşînê dengê rêzdar Ocalan gihişt hemû Kurdan, Tirkiye û cîhanê. Stratejiya HDP û dostên wan têkbirin û qelskirina faşîzmê ye. Di 31’ê Adarê de ev tişt hate kirin, di 23’ê Hezîranê de jî wê ev tişt were kirin.”

Temel bal kişand ser peyama Ocalan got ku “Rêya ku rêzdar Ocalan nîşan dide, ev e. Rêya li vê derê demokrasî ye. Tişta girîng ev e ku mûxalefet û desthilatdarî çiqasî ji vî karî re amade ne. Divê li her derê em bang li AKP’ê bikin ku bila dev ji faşîzmê berde û vegere ser demokrasiyê. Ji bo vê jî têkoşîn divê.”