'Tecrîda li ser Ocalan ji bo rencîdekirina Kurdan e'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci destnîşan kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rencîdekirina Kurdan e.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci got, tecrîda li ser Ocalan her ku tê şidandin krîza li Tirkiyeyê jî girantir dibe.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve heyeta Îmraliyê û ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî malbat nikarin Ocalan bibînin. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, bê hiqûqiya ku bi tecrîda giran tê kirin mayinde bûye.

Camci diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan çiqasî bê şidandin, krîza li Tirkiyeyê jî girantir dibe û destnîşan kir, ku civak dîl hatiye girtin. Camci wiha dewam kir: "Tecrîd beriya her tiştî ji bo rencîdekirina Kurdan e. Şert û mercên ku Birêz Ocalan lê tê girtin, nîşan dide bê Tirkiye şer dixwaze ya jî aştiyê."

Camci Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) jî rexne kir ku piştî du salana rapora xwe ya li ser Îmraliyê eşkere kir û got, CPT li gorî pîvanên xwe û normên hiqûqî û gerdûnî sûc kiriye.

Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şerîf Camci diyar kir ku li Tirkiyeyê rêyên siyasetê nemane û got, "Eger tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin wê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vebe. Ocalan xwedî rê û planeke çareseriyê ye. Ji ber vê yekê jî divê tavilê diyalog pê re were kirin."