Tecrîd li Basel, Parîs û Marsîlyayê hate şermezarkirin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê û li bajarên Marsîlya û Parîs ên Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek pêk hat.

Girseya gel bi banga Platforma Piştgiriya ji bo Grevên Birçîbûnê li nava stasyona trenê ya navendî li hev civiya û pankarta bi nivîsa "Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne" ya ji wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hilda.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana li zindanan", "Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan", "Bijî piştgiriya şoreşgerî" hatin qîrîn. Girseya gel li nava stasyona trenê geriya, piştî meşê çalakiya rûniştinê pêk anî û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, jin û ciwanên aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, xemsariya rayedarên Ewropî ya li pêşberî grevên birçîbûnê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Çalakî li meydana Chatelet les Hallesê pêk hat û ciwanan bi girtina çav, dev û guhê xwe, bêdengiya rayedarên Ewropî şermrezar kirin.

Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê axaftin hatin kirin û gelek belavok hatin belavkirin.

MARSÎLYA

Li navçeya Marignane ya bajarê Marsîlya yê Fransayê, komek ji ciwanan çalakiyek pêk anîn û Yonca Akinci ya ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê çalakiya canbexşane pêk anî, bi bîr anî.