Tê îdîakirin ku komeke DAÎŞ’î ketine bajarokê Mexmûrê

Di saetên direngî şevê de komeke tê îdîakirin ku çeteyên DAÎŞ’ê ne bi dizî ketin navenda bajarokê Mexmûr a ser bi Mûsilê.

Berî saetekê komeke tê îdîakirin ku çeteyên DAÎŞ’ê ne, bi dizî ketin nava bajarokê Mexmûr a ser bi bajarê Mexmûrê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, kome  guman heye ku çeteyên DAÎŞ’ê bin, ketine nava bajarokê Mexmûrê. Çavkaniyê ragihand ku li ser ferqkirina hêzên ewlekariya Iraqê ev kom ber bi nuqteyên kontrolê yên Asayîşa PDK’ê ve çûne.

Çavkaniyê destnîşan kir ku hêzên Asayîşa PDK’ê jî gule li vê komê direşîne û ew kom li herêmê belav bûye û winda dibin.

Di van kêliyan de jî tevgera balafirên keşfê ya li herêmê zêde ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 9’ê Adarê li çiyayê Qereçox hêzên koalîsyonê bi desteka balafirên şer û keşfê li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasyoneke berfireh dabûn destpêkirin. Di encama şer de 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatibûn kuştin û 2 leşkerên Emerîkî jî hatibûn kuştin.