BI DÎMEN

Çalakiyên pêngava ji Rêber Apo re azadî li Katalonyayê dewam dikin

Ciwan, rêxistin û sendîkayên koçberan ên li Katalonyayê di çarçoveya pêngava ji Rêber Apo re azadî peyama "Divê Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin" dan.

LI KATALONYAYÊ ÇALAKIYÊN PÊNGAVÊ

Li bajarê Barcelona ya Katalonyayê li navenda CÎEMEN a ku saziyên ku ji bo entegrasyon û bihêzkirina koçberan dixebite semînera bi navê "Xweseriya Gelan û Ziman" hat lidarxistin. Di semînera ku ji gelên Amazîgh, Roman, Katalan û Kurdistanî beşdar bûn de êrîşên li ser ziman û nasnameyê, stratejiya xweparastinê û pêdiviyên taktîk ên gel hatin parvekirin.

Di semînera ku têgîna 'neteweya demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin de, qirkirina çandî ya netew dewletan a li ser nasnameyan hat nirxandin. Di semînerê de mijarên 'neteweperestî', 'asîmîlasyon' û 'qirkirina çandî' hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya pêngavê de ciwanan li bajarê Llieda yê Katalonyayê çalakî li dar xistin.

Di çalakiya ku ji aliyê Platforma Piştevaniya bi Kurdistanê re (Ponent amb Kurdistan) hat lidarxistin de pankartên ji bo azadiya Rêber Apo hatin hilgirtin. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin di nava hewldanek mezin de ye û stratejiyek pêşxistiye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew weke şêniyên bajarê Lleida tevlî pêngava ji Abdullah Ocalan azadî bûne û wiha hat gotin: "Şert û mercên niha yên girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî peymanên mafên mirovan û peymanên li dijî Êşkenceyê ne. Ev 3 sal in bi Abdullah Ocalan re têkilî nayê danîn û rewşeka metirsîdar a ku nîşaneyên jiyanê nayên girtin heye. Êrîşên dewleta Tirk naqedin û biryarên DMME'yê jî nayên cihanîn. Em bang dikin ku li dijî tecrîda dijhiqûqî û dijmirovî bisekinin.”

Piştî daxuyaniyê pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane", "Azadiya wî azadiya me ye" û "Azadî wê bi ser bikeve" li qadên qelebalix ên bajêr ji aliyê ciwanan ve hatin daliqandin û li ser dîwarên bajêr wêneyên Rêberê Gelê Kurd hatin xêzkirin.

Sendîkaya Yekbûyî ya Karkeran (CUT) ya girêdayî Sendîkaya Karkerên Cîhanê (FSM) jî piştgirî da çalakiyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal û 7 meh in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û wiha hat gotin: “Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû hikûmet mafên mirovan ji xwe re esas bigirin û rêzê li wan bigirin."

Kovara Entalto ya girêdayî sendîkaya CUT'ê cih da afîşa 1-11'ê Cotmehê û bang li hemû endamên xwe kir ku tevlî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî bibin.