BI DÎMEN

Taxeke Kurdan li Kerkûkê dagirkeriya artêşa Iraqê têk bir

Ji ber berxwedana gelê Taxa Newrozê ya Kerkûkê artêşa Iraqê nekarî taxê dagir bike û neçar ma ku vekişe.

Ev çar roj in ku artêşa Iraqê êrîşî 172 malbatên Taxa Newrozê ya Kerkûkê dike ku şêniyên wê Kurd in û bi hinceta ku ew erd di wexta rejîma Beesê de milkê Wezareta Parastin û artêşa Iraqê bûne, dixwaze bi darê zorê malên wan bide valakirin.

Îro dema ku artêşa Iraqê xwest malên Kurdan vala bike û Ereban li wir bi cih bike, rûniştiyên taxê li kolanan kom bûn û red kirin ku malên xwe biterikînin û rûniştiyên taxê dubare kirin û gotin: "Em ji vir naçin!"

Li Taxa Newrozê ya Kerkûkê 122 xaniyên mezin hene ku 172 malbatên Kurd di wan de dijîn. Ev xanî ji aliyê rejîma Beesê ve ji bo kesên nêzî Partiya Beesê hatibûn çêkirin, lê belê piştî pêvajoya rizgariya Iraqê, ev xanî hatin valakirin û gelê resen ê Kerkûkê ku bo bajarên din ên Herêma Kurdistanê hatibûn koçberkirin, vegeriyan Kerkûkê û di van xaniyan bi cih bûn.

Di nav 6 salên dawî de li Kerkûkê proseseka plankirî ya erebkirinê tê meşandin. Çavdêr û aliyên siyasî yên Kurd van hewlên artêşa Iraqê wek beşek ji prosesa erebkirinê bi nav dikin. Ji ber ku artêşa Iraqê bi berdewamî li dijî Kurdan kar dike û piştgîriya Erebên hawirde dike da ku êrîşî ser deverên Kurdî yên bajêr bikin û zeviyên Kurdan dagir bikin.

Her wiha havîna borî jî artêşa Iraqê xwest ku 135 hezar donim erdên cotyarên Kurd û Tirkmenên Kerkûkê desteser bike. Hinceta artêşa Iraqê ew bû ku ev erd di wexta rejîma Beesê de ji bo artêşa Iraqê û Wezareta Parastinê hatine dayîn. Piştî vê yekê cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê bi mehan xwepêşandan kirin û li dijî dagirkirina zeviyên xwe dest bi grevê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erebên hawirde ji wan Ereban re tê gotin ku ne ji Kerkûkê ne, lê belê rejîma Beesê û hikûmetên Iraqê di çarçoveya plana erebkirina Kerkûkê de ew ji deverên din anîne û li Kerkûkê bi cih kirine.