Taşdemîr: Heta tecrîd ranebe mirov nikare qala demokrasiyê bike

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Tetwana Bedlîsê de di hevdîtina jinan de axivî û got “Heta tecrîd neyê rakirin mirov nikare qala demokrasiyê bike.”

Meclîsa Jinan a HDP’ê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê bi şîara ‘Jin li hemberî şer, talan, tecrîd û nijadperestiyê aştiyê diparêzin’ li Tetwana Bedlîsê bi jinan re civiya.

Parlementerên HDP’ê Huda Kaya, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Şevîn Coşkûn, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê jî di nav de ji bajar û navçeyan gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.

Taşdemîr diyar kir ku jin li her dera dinyayê têdikoşin û got “Ji Arjantînê heta Kurdistanê jin li her derê têdikoşin. Li hemberî feraseta çeteyên DAÎŞ’ê jinan jiyaneke nû ava kirin. Îro li zindanan bi hezaran jin li ber xwe didin. Qeyyûmên ku li ser şaredariyan hatin wezîfedarkirin berê saziyên jinan girtin. Ji ber ku ji jinan ditirsin.”

Taşdemîr diyar kir ku ji bo jiyaneke demokratîk divê tecrîd were rakirin û got “Aştî, demokrasî û tecrîd girêdayî hev in. Heta ku tecrîd neyê rakirin mirov nikare qala demokrasiyê bike. HDP berxwedan e, demokrasî ye û aştiyê. Bi saya têkoşîna jinan wê aştî pêk were.”

Parlementera HDP’ê Huda Kaya jî diyar kir ku jin li her dera dinyayê têdikoşin û got “Rengê jinan li dinyayê tê dîtin. Em jinên Kurd, Tirk, Çerkez em ê hêza xwe bikin yek. Em ê li hemberî zaliman bi ser bikevin, ew roj nêzik e. Bi vê baweriyê em ê di roja aştiyê de xurttir bin. Em ji ber ku jê bawer dikin, aştiyê dixwazin.”

Di hevdîtina jinan de Koma Dîcle Firatê de jî derket ser dikê.