Tarhan û Sak ên di êrîşa SÎHA’yê de birîndar bibûn hatin girtin

Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên ku li gundê Talê di encam êrîşa SÎHA’yê de birîndar bibûn, piştî binçavkirina 6 rojan û şûnde ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên ku li gundê Talê yê girêdayî Colemêrgê di encama bomberdûmana balafirên keşfê yên bê mirov ên çek (SÎHA) ve hatin birîndarkirin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û birin Şaxê TEM’ê yê Midûryeta Emniyetê ya Colemêrgê, piştî karûbarên li emniyetê û şûnde sewqî edliyeyê hatin kirin. Tarhan û Sak ên piştî îfadeya li dozgeriyê û şûnde sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya “Alîkirina û cihdayîna rêxistinê” hatin girtin.