Talan û hilweşîna li Sûrê dewam dike

Polîsên hêzên çewîk îro êrîş birin ser gelên li taxa Alîpaşa a Sûrê malên xwe vala nekirin. Piştî êrîşê dama gel li mal de bûn dest bi hilweşînê hate kirin. Hilweşîna bi zorê hate destpêkirin, qeyûmê Sûrê Bîlal Ozkan jî lêkolîn kir!

Hilweşîna li taxên Alîpaşa û Lalebeyê ya li Amedê destpê kirî dewam dike. Li gel hilweşîna gelek malan, duh piştî hilweşandina Mala Şînê ya Alîpaşayê û şûnde îro jî malên ku zarok û kelûpel li nav bûn hewl hatedayîn bên hilweşandin. Gelê ku nerazîbûn nîşan dan û li ber xwe dan, bi gaza bîber û ava şid êrîşî wan hate kirin. Di êrîşan de 2 kes hatin binçavkirin. Taxa ku bi dehan polîsên hêzên çewîk ketinê, bê ku mal bên valakirin dest bi hilweşandinê hate kirin.

POLÎSAN ÊRÎŞÎ BERXWEDÊRAN KIRIN

Ayşan Gun û zarokên wê yên ku dema kelûpel li nava malê dest bi hilweşînê hate kirin li ber xwe dan, di saetên sibehê de polîsan ew derb kirin. Ayşan a nexweşa şekir, ji gaza bîberê ya ku polîsan bikar anî bandor bû, li ser hişê xwe çû. Her du kurên wê hatin binçavkirin û birin qereqola çarşiyê.

AVÊ NADIN, DIRIJÎNIN SER XIRBEYAN!

Malên ku bi mehan av û elektirîka wê hatibûn qûtkirin di dema hilweşandinê de bi tankeran avê pêde dikin. Gel li beramberî vê wiha gotin: “Ava ku bi mehan in ne didan malbatan niha li ser xirbeyên wan direşînin.” bal kişandin ser polîtîkayên hilweşandinê. Avahiya sê qat a ji saetên sibehê ve dixwestin hilweşînin, bi saetane didome, gelê ku nîna berxwedana li hemberî hilweşandina Sûrê li ber xwe dan, li malan tevî derbên kepçeyan jî li ber xwe didin.

QEYÛM LI SÛRÊ YE

Bîlal Ozkan ê weke qeyûm ji bo Şaredariya BDP’ê ya Sûrê hatiye wezîfedarkirin li gel dehan polîsên tîmên taybet, li herêma ji bo lêkolînê li Sûrê bû. Hatina qeyûm bû sedema nerazîbûnê.

Sadik Gun ê ku hate binçavkirin piştî îfadeya wî hate girtin û şûnde hate berdan.