TAJÊ: Sekna Kasim Engîn sekna heqîqeta jiyanê ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li ser şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) daxuyaniyek da got: "Sekna heval Kasim sekna heqîqeta jiyanê bû."

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li ser şehîdbûna Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Di 8’ê Hezîrana 2020’an de Komîteya Rêveber a PKK ragihand ku di encama êrîşa hewayî a dewleta Tirk a faşîst li ser herêma Bradostê de, hevrê Kasim Engîn şehîd bûye. Bi vê wesîleyê em sersaxiyê ji malbata Heval Kasim û tevahiya gelê Kurd û Êzidî dixwazin. Em sozê didin ku di xeta şehîdan de, li ser xeta Kasiman em ê têkoşîna xwe bilintir bikin û bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bigînin serketinê.

Hevrê Kasim Engîn di nav 35 salên xwe yên di nav rêxistinê de bi her awayî li hemberî dagirkerî, faşîzmê û dîktatoriyê di asta herî jor de têkoşîneke bêhempa meşand. Mîna Erdalan, Nûcanan û Besêyan li heqîqetê digeriya. Li qadên herî zehmet, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat fermandar û pêşeng bû. Bi eslê xwe Elewî bû. Tê zanîn ku yek ji olên ku herî zêde koka xwe ji Êzdayetî digirin ola Elewîtî ye. Wek civaka Êzîdî, civaka Elewî jî ji gelek fermanan derbas bûye. Fermana Dêrsimê û Qoçgirî di nav dîrokê de nayê jibîrkirin. Li ser vê esasê jî hevrê Kasim Engîn bi vê zanebûnê tevgeriya û beramberî faşîzmê û dîktatoriya dewleta Tirk têkoşiya ye.

Şehadeta heval Kasim li ser civaka Şengalê têsîrek gelek mezin kir. Bi taybetî em Tevgera Jinên Êzîdî şehadeta wî wek windahiya nirxekî herî mezin dihesibînin. Bi zanebûna xwe dîroka heqîqetê dida naskirin. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo û xeta şehîdan rastiya Kurd û Kurdistanê derdixist ronahiyê. Bi coş, moral û eşqeke herî mezin heya dawî xebatên xwe dimeşand.

Sekna hevrê Kasim, sekna beramberî heqîqeta jiyanê ye. Li ser vî esasî di şêxsê şehîd Kasim Engîn de û hemû şehîdên şoreşê, şehîdên 74 Fermanan, em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dubare dikin. Em ê li ser xeta şehîdan û xeta Rêber Apo jiyana azad ava bikin."