TAJÊ bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir: Li ber xiyanetê rabin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrîşa li Xelîfanê ya li dijî gerîla hate kirin, şermezar kir û bang li jin, ciwan û gelên Başûrê Kurdistanê kir ku bersiva xiyanetê bidin, bêdeng nemînin û xwedî li zarokên xwe derkevin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û êrişên li ser gerîlayên azadiyê daxuyanî da. 

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Siham Dexîl ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ger berxwedana gerîlayên azadiyê nebûya wê di nava 24 saetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bihata dagirkirin û gelê Kurd wê bihata qetilkirin û wiha gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji Nîsana sala 2021’an ve dest bi êrişên berfireh ên li ser Başûrê Kurdistanê kiriye. Li beramberî vê dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê berxwedana mezin ya gerîlayên azadiyê di asta herî jor de ye. Ger ne ji berxwedana gerîlayên azadiyê bûya wê dewleta Tirk di nava 24 seetan de tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir kiriba û gelê Kurd di qirkirinê re derbas kiriba."

Di dewamiya daxuyaniyê de destnîşan kirin ku gerîla bi berxwedan û qehremaniya xwe hebûna gelê Kurd û gelên herêmê li ser vê xakê diparêze û gotin: “Ji nîvê Nîsanê heya vê kêliya, em di navê de ne, dewleta Tirk bi hemû awayî  êrişî çiyayên azad dike. Hemû çekan bi kar tîne, bi sedan caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û bi balafiran bomba baran dike. Lê li beramberî berxwedana gerîla dagirkeriya dewleta Tirk nikare bi ser bikeve. Kengê gelê kurd nêzî serketin û azadiyê dibe û dewleta Tirk a dagirker têk diçe, PDK dikeve dewrê û  êriş dike. Di nava van herdu salan de PDK’ê 3 caran êrişî gerîla dike û kemîn datîne. 9 gerîlayên zarokên vî gelî bi destê xiyaneta PDK’ê şehîd ketine. Xiyaneta PDK’ê hovîtî û faşîzma dewleta Tirk derbas kiriye. Salek derbas bûye ku hîna cenazeyên gerîlayên ku li Xelîfanê şehîd bûbûn di destê PDK’ê de ne û radestî malbatên wan nakin. Herî dawî bûyera ku beriya du rojan carekî din li Xelîfanê qewimî, dewleta Tirk bi balafiran bombe li gerîleyan barand, PDK’ê jî ji bejahî ve li gerîlayan da.

Di nava dîroka gelê Kurd de PDK’ê bi xiyaneta xwe cîh digire. Xiyaneta ku PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li civaka Êzidî kirî, îro heman xiyanetê li gelê Kurd dike. Dema em rûpelên dîrokê vedikin û dixwînin em dibînin ku her tim ji ber xiyaneta navxweyî gelan azadî û serkeftinê winda kiriye.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di serî de bang li jin, ciwan û gelên Başûrê Kurdistanê dikin, bila bersiva vê xiyaneta bidin û bêdeng nemînin, xwedî li zarokên xwe derkevin. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurd dikin, taybet jin û ciwanan em rê nedin xiyaneta PDK’ê, em bibin yek helwest û xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Berxwedan wê bi serbikeve, xiyanet û dagirkerî wê bi bin bikeve.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bimre Xiyaneta PDK’ê”, “Bijî Berxwedan” û “Bimre Xiyanet” bidawî bû.