Sûlav di nava metirsiya HES'ê de ye

Çavkaniya Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ya Wanê Çemê Sortkin e. Projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) ku tê xwestin li ser wî çemî bê çêkirin rê li ber nerazîbûnan vedike.

Çemê Sortkin û Sûlava Kanîspî yên li navenda navçeya Şaxê ya Wanê ne, ji deverên herî dîrokî û xwezayî yên Wanê û Şaxê ne. Li Çemê Sortkinê sporên avê tên kirin. Sûlava Kanîspî jî bi bedewiya xwe ya xwezayî mirovan dike heyranê xwe. Santrala Hîdroelektrîk (HES) a ku tê plankirin li ser Çemê Sortkinê bê avakirin, wê bike ku Sûlav ziwa bibe û ji holê rabe. Hem gelê herêmê hem jî rêxistinên civakî yên sivîl li dijî projeyê derdikevin.

Sûlava Kanîspî di nava qada Sîtê ya di asta yekemîn de ye. Li devera ku lê ye tenê destûr ji kolandina ji bo armancên zanistî heye. Tevî vê yekê jî wê HES a Saral 3 Regulator bê avakirin ku wê ji devereke nêzî Sûlavê dest pê bike û heta navenda navçeya Şaxê berfireh bibe. Şîrketa GOK Kartal Sû/Enerjî Lîmîted ku îhaleya HES'ê wergirtiye wê 49 salan li ser Çemê Sortkinê enerjiyê bifiroşe.

Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir, eger li ser Çemê Sortkinê HES bê avakirin wê li Şaxê û derdora wê xweza talan bibe. Kalçik anî ziman, Sûlava Kanîspî nirxekî Wanê û herêmê ye û diyar kir, divê proje beriya ku destpêkê bike betal bibe. Kalçik got, "Çemê Sortkinê û Sûlava Kanîspî yek ji qadên sereke yên xwezayî û tûrîstîk ên Wanê ne. Sûlava Kanîspî ku ava wê mîna şîr spî ye, devereke dîrokî û xwezayî ye. Di dema qeyûm de Çemê Sortkinê ji bo 49 salan ji fîrmayekê hate firotin ku tê plankirin HES bê avakirin. Bi vê yekê re wê masiyê sor ê li Çemê Sortkinê ku masiyekî vê herêmê ye, wê tine bibe. Dema ku HES hate avakirin wê jiyana xwezayî ya li vê herêmê bi dawî bibe."

Kalçik diyar kir, Wan paytexta roj û ba ye û got, "Eger pêwîstiya Wanê bi enerjiyê hebe dikare ji roj û ba bê peydakirin. Her du cureyên enerjiyê xwezayî ne û zerara xwe nîne. Li şûna van her du cureyên enerjiyê, avakirina projeya HES'ê ne ya qebûlkirinê ye. Em li dijî vê projeyê ne."