STK: Mafê gel ê hilbijêr- hilbijartinê ji dest hatiye girtin!

STK yên li Amedê li avahiya baroya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê got: “Mafê gel ê hilbijêr-hilbijartinê raste rast ji destan hatiye girtin.”

Saziyên Civaka Sivîl ên li Amedê li avahiya baroya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê STK’iyan Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) Abdullah Zeytûn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “ Hilbijartin ewlekariya jiyana demokrasiyê ye. Rêzgirtina ji bo vîna gel esas e. Qeyûm nayên qebûlkirin.”

Zeytûn diyar kir ku li 29 bajaran di operasyonên qirkirina siyasî de 418 kes hatine destgîrkirin. Zeytûn diyar kir agahî hene ku tenê li Amedê rêveberên şaredariyê jî di nav de, endamên meclîs, nûnerên saziyên civaka sivîl nêzî 100 kes hatine destgîrkirin.

Zeytûn nerazîbûn nîşanî êrîşên polîsan ên li ser girseyên ku dixwazin li ber derên avahiya şaredariyê kom bûne û dixwazin nerazîbûnên xwe nîşan bikin kir. Zeytûn anî ziman ku didemê Rewşa Awarte de serokên 94 şaredariyên HDP’î ji erkê hatibûn girtin û destdanîbûn ser şaredariyan. Serokê 66 şaredarî, li gel sedan endamên meclîsa giştî û şaredariyan hatibûn girtin.

Herî dawî Zeytûn destnîşan kir ku darbeyeke li dijî vîna gel, aştî û demokratîkbûnê ye û got: “Mafê gel ê hilbijêr-hilbijartinê raste rast ji destan hatiye girtin.”