Siyasetmedarê Kurd Ayhan li ser gora xwe hate bi bîr anîn

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan di 4'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di 4’emîn salvegera wefata xwe de li Goristana Nato ya navçeya Siwêreg a Rihayê li ser gora xwe hate bîranîn. Ligel malbata Ayhan, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz  Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, wekîlên HDP'ê Omer Ocalan, Ayşe Driver, Mahmut Togrul, Mûsa Farisogullar, Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel, rêveberên HDP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. 

‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERÊN’

Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Ayhan derkevin û got, "Çar sal derbas bûn, lê birîna me teze ye. Her sal em şehrezayiya wî bi bîr tînin. Ji bo me peywira herî girîng parastina têkoşîna wî ye."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku her mirin, mirinek zû ye û got, "Wefata hevalê me Îbrahîm gelek zû bû. Ji ber vê yekê em gelekî êşandin. Hevalê Îbrahîm di her qadê jiyanê de têkoşiya. Ji bo gelê Kurd her saet di nava berxwedanê de bû. Sekna wî ya li Kobanê bû mînak. Em deyndarê wî ne. Hesretek wî hebû. Hesreta azadiya gelê Kurd bû. Îro jî em soz didin ku heta hesreta wî pêk tê em ê têbikoşin.”

Bîranîn bi danîna kulîlkên li ser gorê û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû. Gel piştre çû serdana mala malbata Ayhan a li navçeyê.