Polîsan cenazeyê siyasetmedar Aysel Doganê revand

Polîsan cenazeyê siyasetmedar û endama Koma Aştiyê ya 2'yan Aysel Doganê ji ber goristanê revand û birin hundirê goristanê û tenê hiştin ferdên malbata Doganê cenaze defin bikin.

Siyasetmedar û endama Koma Aştiyê ya 2'yan Aysel Dogan ku bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999'an de ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê, di 11'ê Gulanê de li bajarê Koln ê Elmanyayê şehîd bû. Cenazeyê Doganê îro danê sibehê li Amedê ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlementerên HDP'ê yên herêmê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), malbata Doganê û gelek kesan bi berzkirina dirûşmeya "şehîd namirin" hat pêşwazîkirin û ber bi Dersimê ve hat şandin.

Dersimiyan li ser rêya Pira Seyidlî ya navçeya Mazgirtê cenazeyê Doganê pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirinê cenaze ber bi mala Doganê ya li Taxa Gazik a Dersimê ve hat şandin. Li têketina taxa Turîşmekê bi sedan polîs pêşî li ber konwoya cenaze girtin. Polîsan nehişt girse cenaze bibe Taxa Gazikê. Piştî ku polîsan xwest girse cenaze bibe Goristana Asriyê, bi sedan kes li noqteya kontrolê ya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

‘PÊKANÎNÊ LI HEMBERÎ CENAZE NAYÊN QEBÛLKIRIN‘

Gava cenazeyê Doganê ji aliyê polîsan ve li têketina Dersimê hat sekinandin, parlementerên HDP'ê Ebrû Gunay û Omer Ocalan jî di nav de gelek kes çûn mala Doganê ya li Gazikê û doza helalkirinê kirin. Gava li malê doza helalkirinê hat kirin Mensûre Dogan, xwişka Aysel Doganê û Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li wir axivîn. Ewilî Mensûre Dogan axivî û got, tiştên li cenazeyê xwişka wê tên kirin nayên qebûlkirin.

‘DERWÊŞA DERSIMÊ AYSEL DOGAN'

Piştî Mensûre Doganê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay axivî. Gunayê jî anî ziman ku Aysel Doganê li dû xwe mîrateyeke mezin a berxwedanê hiştiye û got: "A rast niha me dixwest darbesta Ayselê jî li vir be û me merasîmek li dar bixistana. Mixabin wekî ku gelê Dersimê jî dizane, ji sala 1938'an ve çanda Yezîd a ku bi her awayî êrîşê dibe ser bîr û baweriyên Dersimê, nehişt Derwêşa Dersimê Aysel Dogan li mala xwe, li ûcaxa xwe helaliyê bixwaze. Dersimê tamûl nakin. Baweriyan tamûl nakin."

POLÎSAN CENAZE REVAND

Piştî helalî hat xwestin girse ber bi Goristana Asriyê ya li Geliyê Pulumurê ve çû. Bi sedan polîs û leşkerên li ber goristanê sekinîbûn nehiştin girse biçe nava goristanê. Gava girse li ber goristanê hat sekinandin wesayîta cenaze jî hat û polîsan wesayîtê li têketina goristanê da sekinandin. Piştî demeke dirêj girseyê xwest tevî wesayîta cenaze têkeve goristanê. Bi vê re polîsan bi awayekî tund êrîş bir ser girseyê. Polîsan ava şid reşand ser girseyê. Di dema rageşiyê de polîsan wesayîta cenaze revand û ew ji girseyê bi dûr xist û bir hundirê goristanê.

Polîsan nehişt girse têkeve hundirê goristanê. Tenê destûra ferdên malbata Doganê hat dayîn ji bo definkirina cenaze. Parlementerên HDP'î yên li wir jî bertek nîşan dan, lê polîsan nehişt ew têkevin hundirê goristanê.

Cenazeyê Aysel Doganê tenê ji aliyê ferdên malbatê ve hat veşartin.