Silemanî: Gel û gerîla bibe yek, kes nikare li ber bisekine!

Ji fermandarên HPG'ê Botan Silêmanî got, "Dema ku gel û gerîla bû yek, dema ku pişta xwe spartin hev, kes nikare li ber wan bisekine."

Ji fermandarên HPG'ê Botan Silêmanî tecrîda li Îmraliyê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê û polîtîkayên hevkariya bi dagirkeran re nirxand. Botan Silêmanî anî ziman ku bi salan e li dijî gelê Kurd polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin û got, "Dixwazin vê xakê dagir bikin û gelê wê qir bikin û dîroka wan, çanda wan tune bikin. Bi vî rengî karibin dewlemendiya vê xakê ji xwe re bibin. Bêguman carna bi komployên navneteweyî carna jî bi komployên herêmî van êrişan pêk tînin. Rêber Apo li hemberî van êrişan rabû. Rêber Apo bi fikir, îdeolojî û bi sekna xwe li hemberî van êrişan bû bersiv û karîbû gavên ber bi azadiyê, serketinê û mirovbûnê ve biavêje.  Ev jî bû kulek û kete nava dilê hêzên navdewletî û dewletên herêmî.

Ji bo karibin wan armancên dixwazin bi dest bixin, li ser Kurdistanê li ser Rojhilata Navîn, bi komployeke navneteweyî Rêber Apo rû bi rû bû û Rêber Apo dîl hate girtin. Serokatî niha jî li Îmraliyê, li dijî pergala ku li Îmraliyê hatiye afirandin bi îdeolojî, sekn û mirovbûna xwe ya cewherî li hemberî van projeyên qirêj û ne mirovî sekna xwe diyar kir û li ber xwe da. Niha jî dewleta Tirk a dagirker faşîst li gel hêzên navneteweyî bi taybetî Amerîkayê, tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dike û dixwazin Rêber Apo bênefes bihêlin. Dixwaze têkiliya Rêber Apo ya bi gel û gerîla re qut bike, ji bo karibin armanca xwe ya li ser partiya me pêk bînin û tasfiye bikin. Bêguman bi pêşengiya Rêber Apo tevgera azadiyê ev komplo hemû pûç kirin, li hemberî wê sekneke îdeolojî, mirovî û cewherî nîşan dan û gavên ber bi serketinê ve avêt."

'DIXWAZIN KURDISTANÊ VEGUHERÎNIN XWELIYÊ'

Silêmanî diyar kir ku dewleta Tirk demeke dirêj e li dijî gerîla şerekî berfireh û bi teknîkê dimeşîne û wiha dewam kir, "Ji kûçik heta balafirên herî pêşketî yên şer bi kar tîne. Hemû çekên ferdî, çekên giran, bi hawan, balafirên keşfê dixwaze encamê bigire û gerîla tune bike, xaka Kurdistanê dagir bike, civaka Kurd qetil bike. Li hemberî vê jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi pêşengiya gerîlayên azadiya Kurdistanê hevalên xort, hevalên jin bi îradeyeke xurt, bi îradeya ku ji Rêber Apo wergirtî, bi fikir û felsefeya ku li ser mezin bûye, xwe ava kirine, gerîlayên modernîteya demokratîk bi pêş xistine, însaniyet, azadî û demokrasî bi pêş xistine bêguman dibe bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Dewleta Tirk a dagirker pişta xwe bi teknîkê germ kiriye û dixwaze bi teknîkê bigihêje encamekê. Lê belê dewleta Tirk a dagirker nizane ku îradeya mezin, teknîka herî mezin mirov e. Rêber Apo ev yek pênase kir. Ev teknîka ku niha dewleta Tirk a dagirker pişta xwe pê germ kiriye, mirovan ew teknîk afirandiye. Lewma mirov dikare wê teknîkê bi rê û rêbaz, bi lêkolînê dikare van teknîkan pûç bikin. Pratîka vê niha berçav e. Li Mamreşo, li Zendûra, li Metîna, Heftanîn û Avaşînê heval bi mehan e di nava tunelên şer de nahêlin, dewleta Tirk a dagirker tevbigere. Dewleta Tirk a dagirker nikare bi xwe bikeve nava tunelan, lewma kûçikan dişîne.

Divê gelê Kurd vî dijminê hov, qirker, dijminê ku dixwaze kulîlkek li ser van çiyayan nemîne, gihayek li ser van deştan şîn dibe, dara ku xwezaya Kurdistanê xweşik dike dixwaze hemûyan bişewitîne. Dixwaze Kurdistanê bike xwelî, bike çol. Ji bo kes nikaribe tê de bijî. Em niha bi dijminekî wisa rû bi rû ne."

'LI BER HELWESTA PDK'Ê RABIN'

Silêmanî got, "PDK niha pêşengiyê ji dewleta Tirk re dike" û wiha dewam kir, "Divê gelê Kurdistanê bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û Behdînanê li hemberî vê yekê helwesteke xurt nîşan bide. Ev xiyaneta ku niha li Kurdan tê kirin divê mirov li ber rabin û li ser wê bifikre û bi çalakiyên xwe, bi xwepêşandan û sekna xwe van pratîka ku PDK niha li Metîna, Avaşînê li hin deverên cuda dimeşîne, divê mirov helwestê nîşan bide. Divê ev pratîka PDK'ê neyê qebûlkirin. Em zanin ku PDK'ê berê jî şerê navxweyî bi rê ve bir. Sala 1992'an li dijî PKK'ê şerê navxweyî rû da. Li Başûrê Kurdistanê di sala 1994'an heta 97'an PDK'ê şerê birakujiyê kir. Di encamê de bi sedan ciwan, hêviya gelê Başûrê Kurdistanê hate şikandin. PDK'ê ji bo berjewendiyên malbatî gel, ciwanê Başûrê Kurdistanê, hêviya gelê Kurdistanê, hêviya neteweya Kurd binpê kir ji bo karibe meslehetên xwe yên malbatî bi dest bixe. Ev nêzîkatî nerast e. 

 Divê gelê Kurdistanê, gelê Başûrê Kurdistanê, gelê her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî ciwanên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bêhelwest nemîne. Eger bêhelwest bimîne tê wateya ku wan jî qebûl kirine. Lewma divê sekneke tund li hemberî PDK'ê û dewleta Tirk a dagirker bê nîşandan. Divê bi pratîkî pêk bîne. Tişta ku em niha dibêjin ne slogan e, ne jî propaganda ye. Tiştên ku em niha dibêjin rastiya gelê Kurd e, rastiya têkoşînê ye, rastiya şer e. Ji bo mirov karibe li ser axa Kurdistanê bi rengekî azad bijî, bi wekhevî bijî, bi gel û Serokê xwe re divê em rabin ser lingan, divê em parastina ax û gelê xwe bikin. Divê xwedî li gerîla derkevin, ku karibin pişta gerîla xurt bikin ku gerîla karibe derbên mezin li dewleta Tirk a dagirker bixe. Em ê serketinê misoger bikin."

'DIVÊ GEL Û GERÎLA YEK BIN'

Silêmanî destnîşan kir ku gerîla heta niha bi sedan çalakî li dijî dijmin li dar xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi rêbazên cûrbecûr ên gerîla dewleta Tirk a dagirker şaşomaşo bûye. Dema ku gel û gerîla bû ye, pişta hev girtin, ti hêz nikare li hemberî wan bisekine. Dema ku gel û gerîla bi hev re be, gerîla dikare hemû armancên li ser vî gelî tên dikarin têk bibin, dikarin gel azad bikin û biparêzin. Gerîlayên ku niha şer dikin zarokên wê xakê ne, zarokên wî welatî ne, zarokên wan dayik û bavên niha dilê wan dişewite. Li dijî dewleta Tirk a faşîst ku deşt, bajar û heywanan dişewitîne, zarokên vê xakê şer dikin. Zarokên vê xakê bi lehengiyeke mezin, bi xwîna xwe heta dawiyê li hemberî dijmin şer dike, bi fedayîbûneke mezin ber bi şehadetê ve diçe. Yanî bi serbilindî ve diçe.

Li aliyê din jî tu lê dinere, PDK pêşengiyê ji dewleta Tirk a dagirker re dike. Divê gelê Kurdistanê vê yekê qebûl neke û li hemberî vê seknekê diyar bike. Bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim; werin cenga azadiyê. Werin em hemû bi hev re li hemberî dewleta Tirk a dagirker, li dijî hemû êrişên tên ser xaka Kurdistanê, gelê Kurdistanê em dest bi dest, pişt li pişt li hemberî êrişan û dagirkeriyê rabin. Ji bo karibin dijmin ji ser xaka xwe, ji welatê xwe paqij bikin. Welê bikin ku careke din dijmin cesaret neke behsa Kurdistanê bike, careke din cesaret neke ku planên dagirkeriyê li ser gelê Kurdistanê bi rê ve bibe."