Silêmanî: Divê em Viyan ti carî ji bîr nekin

Gerîlayê HPG'ê Bakur Silêmanî ku ji Eşîra Cafê ye û xizmê Viyan Soran e got, "Em, gelê Başûr divê çalakî û armanca hevala Viyan ti carî ji bîr nekin."

Gerîlayê HPG'ê Bakur Silêmanî ku xizmê gerîlaya PKK'ê Viyan Soran e, di salvegera 13'an a şehadeta Soran de qala wê kir.

Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ji Eşîra Caf a Başûrê Kurdistanê, piştî kûrbûna demeke dirêj 2'ê Sibata 2006'an hem li dijî komployê hem jî li dijî tasfiyekariya navxweyî bedena xwe da ber agir û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Gerîlaya HPG'ê Bakur Silêmanî yek ji wan kesan e ku Soran bandor lê kiriye. Gerîla Bakur anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve ji ber nava malbatê wî timî navê Viyan û şehadeta wê dibihîst û diyar kir, wê demê li ser armanca çalakiyê û PKK'ê zêde agahiyên xwe nebû, lê bi nava salan re meraq kir ku hîn bêhtir wê nas bike.

ÇIMA JINEKE JI BAŞÛR

Bakur anî ziman, piştî sala 2013'an lêgerînên wî zêde bûn û bi giranî li ser pirsa 'Çima jineke ji Başûr ji bo Rêber Apo çalakiyeke bi vî rengî mezin dike?' kûr bû. Bakur got, "Min fêhm kir ku hevala Viyan di şexsê Rêber Apo de bû bersiv ji komploya ku li dijî Kurdan hatiye kirin. Ji wê rojê ve min hewl da Rêber Apo fêhm bikim". Gerîla Bakur da xuyakirin, ev çalakî ji bo milîtanan veguherî xeta berxwedanê û işaret bi fedayîtiya gerîlayên HPG'ê kir. Bakur got, çawa ku Viyan digot, hewl dide bibe yek ji findên li dora Girava Îmraliyê.

JI BO RAHÊJE ÇEKA WÊ

Gerîla Bakur diyar kir, beriya şehadeta Viyan wî nameyên wê gelek caran xwend û got, "Wê bi rêya çalakiya xwe wê navê xwe li nava rûpelên dîrokê nivîsand. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku nameyên we bixwînin, çalakî û şehadeta wê fêhm bikin û li ser xeta wê bimeşin."

Bakur bi bîr xist, Viyan di nameyên xwe de got, 'Bila yek ji malbata min bê û rahêje çeka min' û wiha dewam kir: "Hem ji aliyê wijdanî hem jî weke meseleyeke rûmetê, min nekarî qebûl bikim ku kes ji malbatê tevlî nebûye. Lewma ji bo rahêjim çeka wê tevlî nava refên gerîla bûm."

RÊXISTINA VIYAN Û ZÎLANAN E

Gerîla Bakur anî ziman, ev rêxistin rexistineke çalakgerên mezin ên mîna Viyan û Zîlan e û diyar kir, bi azadiya fîzîkî ya Ocalan re wesiyeta Viyan dikare bê bicihanîn. 

Di dewma axaftina xwe de Bakur bi bîr xist, Viyan jineke Kurd a ji başûr e û got, di serî de malbata wê lazim e her kesên ji gelê Başûr divê xwedî li wê derkevin. Bakur bal kişand ser gotina 'Jibîrkirin xiyanet e' ya Viyan û got, "Em, gelê Başûr em ê çalakî û armanca hevala Viyan ti carî ji bîr nekin."

Gerîlayê HPG'ê herî dawî ji bo ciwanên li Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Xaka me hîn jî azad nîne û hatiye dagirkirin. Divê em zanibin, 'li şûna ku em her roj bimirin, em rojekê-bi rûmet û şerefa xwe bimirin baştir e' û serî hildin. Divê karibin bêjin, 'Hevala Viyan şehîd bûye, lê belê em bi dehan Viyan hene'."