Seyda: Rêya pêwîst ji bo me Kurdan, yekîtî ye

Seyda: Yekîtî pêwîst e, kengî gelê Kurd bû yek hingî destketiyên mezin bidest xistiye. Ti carî dewletên desthilatdar nexwestiye yekîtî di nava Kurdan de çêbibe.

Berpirsê Rêxistina Komîteya Mexmûr a Hizba Şûî Kurdistan Cewher Seyda li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û yekîtiya neteweyî ji ANF’ê re axivî.

Seyda bal kişande ser êrîşkariya dewleta Tirk a li herêmê û got: “Dijminên me ti caran rehm bi me nekirine, her tim êrîşî me kirine. Li dijî mafê me yê rewa bi agir û hêsin bersiv dane. Em weke Hizba Şûî Kurdistan bi şêwazê dîrokî temaşeyî van êrîşên dewleta Tirk dikin. Êrîşa li Garê ne êrîşa destpêkê ya dîrokê ye, dîroka doh jî ya her weke ya roja îro ye. Êrîşên wisa tim ji aliyê Tirkiye û rejîma Îslamî ya Îranê ve tê kirin. Tirkiye bi berdewamî bi agir û hêsin destdirêjî dike li ser Başûrê Kurdistanê. Herî zêde welatiyên sivîl ên li ser sînor dimînin, jiyana wan di metirsiyê de ye, birîndar dibin, şehîd dibin."

'LI GEL ÊRÎŞÊN TIRKIYE HEMWEXT REJÎMA ÎRANÊ JÎ ÊRÎŞ DIKE'

Seyda anî ziman ku li gel êrîşên dewleta Tirk hemwext rejîma Îranê jî êrîşî Rojhilatê Kurdistanê dike û ev nirxandin kir: "Lê belê dema em temaşe dikin, li aliyê din Rejîma Îranê jî bi heman şêweyî li Rojhilatê Kurdistanê êrîşan dike, bi destdirêjî, topbaran, darvekirinê, dixwaze civakê bêdeng bike. Kurdistan ji ber dewlemendiyên xwe bala dewletên derdor dikişîne, dewletên desthilat jî li ser sozên xwe ne rawestiyan. Ji peymana Sewrê, Lozan heta digihîje niha bi berdewamî êrîş anîne li ser gelê Kurd."

'RÊYA PÊWÎST JI BO ME KURDAN YEKÎTÎ YE'

Seyda wiha domand: "Niha em ne li bendê ne ku Erdogan bi vê sîstema xwe ya îslamiya îxwanî ya li nava Tirkiyê rehmê li gelê Kurd bike. Ji ber wê em şerê Garê weke dawî nabînîn, ji bo me Şûiyan şer malwêranî ye, Şer dibe sedema kuştina mirovan, mirov sermayeya herî mezin e. Gelê Kurd xwedî mafekî rawa ye, pêwîste ev maf bê dayîn, em li gel aştiyê ne. Em weke Kurd destê aşitiyê dirêj dikin ew bi agir bersiva me didin. Yekîtî pêwîst e, kengê gelê Kurd bûye yek destkeftiyên mezin bidest xistiye. Ti caran dewletên desthilat nexwestiye yekîtî di nava Kurdan de çêbibe, qet li gel yekrêziya gelê Kurd cihê xwe negirtine, hertim planên wan li ser hebû. Ger em temaşeyî salên 90’î bikin Tirkiye, Îran û Sûriye hertim li dijî yek bûn, lê dema mesele dibe Kurd ew kom dibin. Yekane rêya pêwîst ji bo me Kurdan yekîtiye."

'MAFÊ KURDAN NEYÊ PÊKANÎN AŞTÎ LI ROJHILATA NAVÎN PÊK NAYÊ'

Yekîtiyek neteweyî pêwîst e li ser berjewendiyên neteweyî û nîştimanî be. Hetanî mafê gelê Kurd di nava Kurdistanê de neyê pêkan kirin, li Rojhilata Navîn aştiyek navxweyî jî çênabe. Ger ku em rêz li nêrîn û dengê cuda ên hevdu negrin wê çawa yekîtiyeke neteweyî çêbibe, ji ber vê eger ku di nava van şert û mercan de em nekarîn tiştekê bikin, sedema wê nebûna yekîtiya nava gelê Kurd e."

Berpirsê Rêxistina Komîteya Mexmûr a Hizba Şûî Kurdistan Cewher Seyda qala sedemên çênebûna yekîtiya nava Kurdan jî kir û got: "Sedemê çênebûna Yekîtiya Neteweyî rêznegirtina li fikir û dengê cuda ye. Ew dewletên hov ên ku Kurdistan li ser wan hatiya parvekirin ew rênadin ku di nava gelê Kurd de yekrêzî hebe. Em dîsa weke Hizba Şûî bang dikin ku guh bidin gelê Kurd, yekîtî pêwîsiyeke. Têkoşîn û şehîdên me weke Hizba Şûî dayî ji bo Kurdistaneke azad, serbixwe û xwedî mafê mirovan be û hemû rengên gelê Kurd di nav de cih bigre. DAÎŞ komek terorîst e ku li dijî yekîtî û mafê mirov e. Di nava gêrîla û pêşmerge yan hêzek din a Kurd de ji bo parastina netew û xaka Kurdistanê yekîtî pêwîstiyeke."

'DIJMINÊ ME JI HER ALÎ VE ÊRÎŞÎ ME DIKE'

Seyda bal kişande ser rêbazên asîmlasyonê yên bi rengên cuda û wiha pêde çû: "Dijmin hertim hewl dide ku çanda me bide guhertin. Niha li Kurdistanê dûblajkirina filîman bûye weke çandekê; rojane bi hezaran kes temaşe dike, bi vê dijmin dixwaze li ser çanda me kar bike. Li cihê ku biçin temaşeyî filmên ku drama û êşên gelê Kurd vedibêje, bikin diçin temaşeyî filmên Tirkî yên ku hatî dûblajkirin dikin. Ma nabe ku li cihê van filmên Tirkî yên tên dûblaj kirin du filmên ku bandora wê li ser asta rewşenbîrî ya civakê hebe. Dijminên me ne tenê bi şer êrîşî me dikin bi hemû aliyan, di aliyê ziman, çand û fikrê mirovan de jî bi şerê taybet dijminahiyê dikin."

'PARTIYA ME TIM JI BO YEKÎTIYÊ KAR DIKE'

Seyda di nirxandinên xwe de qala têkoşîna partiya xwe jî kir û wiha domand: "Hizba Şûî Kurdistan bi berdewamî têkoşîn ji bo yekrêzî û yekîtiya nava Kurdan kiriye. Ger em bên serê salên 90’î dema şerê navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê, serkirdeyê me yê nemir Hawrê Ezîz Mihemed bi biryara giştî ya hizbê hemû karên hizbê rawestand tenê ji bo aşitiyê. Em aştiyê yekane rêya xwe dizanîn, yekane kar ji bo yekîtiyê dikin.

Em yekîtiya neteweyî girîng dibînin û têkoşîn ji bo wê didin. Belê her çi hizbek nakokiyên wê li gel yekîtiya neteweyî hebe ew bi xwe berpirsyare, dîrok a kesê nake. Em weke Hizba Şûî Kurdistan bi berpirsyariya siyaseta hizba xwe amadene li gel hemû hêzên siyasî bi hemû hizir û îdeolojiya xwe tenê bi yekane daxwaza Yekîtiya Neteweyî kom bibin û xebat jêre bikin. Ji bo yekîtiya netewî amade ne ku bi hemû hêzên raman û îdeolojiya wan cihê be rûnin û bicivin.

BANG: RÊZ JI HEV RE BIGIRIN, DI BIN SÊWANA KONGREYÊ DE KOM BIBIN; YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK BÎNIN

Bangawaziya me ew e ku mayîndekirina aştiyê, qebûlkirina hevdû, rêz li hev girtin, yekîtiya neteweyî ji bo Kurdistanê û aştiyek çêbibe û gelê Kurd bi saya vê hest bi aramiyê bike. Niha pêwîstiya gelê Kurd bi yek dengî û yek rengiyê heye, bi kongreyekê kom bibin û di nava kongreyê de rêz li hev bigrin ku ew kongre bikaribe yekîtiyeke neteweyî çêbike. Bi vê emê bikaribin mafê xwe yên neteweyî û niştimanî bi cih bînin, ne her weke niha li ser xaka xwe weke mêvan bin, zimanê me qedexe bikin û çanda me tine bikin."