Serpêhatiya KNK'ê...

KNK 20 sal in di nava Kurdan de ji bo yekîtiyê kar dike. Çawa û di nava kîjan şert û mercan de ava bû? Wateya amblema xwe çi ye? Wê xeyalên sedan salî karibe pêk bîne yan na?

Hewa hundir gelekî giran e. Dîwarên mezin û bilind mîna tabloyeke mezin xuya dikin. Ev avahî 19 sal in malovaniyê ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re dike. Ji damezrînerên KNK'ê Zubeyîr Aydar dibêje, "Avahî herî kêm 150 salî ye."

AMBLEMA JI ŞOPA MED'AN

Li salona civînê ya li qatê duyemîn, amblema KNK'ê ya mezin li dîwêr hatiye daliqandin. Li ser zemînekî sor, bi çar xelekan dorpêçkirî, li her du aliyên jor serê şêran, li binî jî per û bask. Ne xêzkirinek e, ev wêneyek e. Wateya vê çi ye? Aydar dibêje, "Ev amblema Împaratoriya Med e." Pêşniyara vê amblemê jî ji aliyê dîroknasê Kurd Mehrdad Îzady ve hate kirin. Ev berhema ku li muzeyeke li New Yorkê hate nîşandan, tê texmînkirin ku li herêma Hamedan a Îranê ye.

Avahî ji niha ve ji bo dîroka Kurdan bûye xwedî cihekî girîng. Mîna muzeyeke dîrokî ya gelek qonaxên têkoşîna Kurdan e ku biryarên girîng lê hatine wergirtin, civînên girîng lê pêk hatine, fikir û nêrîn lê hatine ziman û arşîveke xwe ya xurt heye.

SERXISTINA YA 'ZEHMET'
KNK ji Gulana 1999'an dema avabûnê û vir ve serxistina 'ya zehmet' daniye pêşiya xwe. Di mijara 'yekîtiya navbera Kurdan' de her çend hin gav hatibin avêtin jî hîn weke pêwîstiyekê armancek e.

KNK'ê bi wesîleya 20'emîn salvegera damezrandina xwe 6'ê Hezîranê li avahiya xwe ya li Brukselê resepsiyonek pêk anî. Mêvanên resepsiyonê ji aliyê yek ji damezrînerên KNK'ê Zubeyîr Aydar, Remzî Kartal û Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç ve hatin pêşwazîkirin.


KOÇ: ME ÇANDA DÎYALOGÊ ÇÊKIR

Hevserok Nîlîfer Koç ku 2001'an tevlî xebatên KNK'ê bûyî dibêje wan serkeftinên mezin bi dest xistine û didomîne, ''KNK vê sala dawî di du xalan de serkeftin bi dest ve anî. Ya pêşî; di siyaseta Kurd de çanda diyalogê pêk anî. Ya dî; yekîtiya netewî ne tenê pirsgirêkeke siyasî lê her wiha ya civakî ye jî. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi komxebata netewî li nav gelê Kurdistanê bihistyariyek hate çêkirin.''

Aydar, Kartal û Koç kêmasiyên ku negihane yekîtiya netewî qebûl dikin lê hêvîdar in.

KNK, FIKRA OCALAN BÛ

Naxwe em vegerin serî. KNK çawa ava bû, fikra kê bû, bi kîjan şertan heta îro hat? Aydar dibêje, ''A rast fikra avabûna KNK'ê y Rêber Apo bû''. Danîna fikrê, pêkhatina wê, ji ber şertên siyasî çend sal birin. 1994'an Zubeyîr Aydar û komek hevalê wî, dema ku ji meclîsa Tirk hatin avêtin, Hezîranê derketibûn Ewropayê. Aydar dibêje Tebaxê ew çûbûn Şamê: ''Me Serok Apo dît. Sê heftiyan em li wir man û me gotebêjiyên berfireh kirin. Wê demê Rêber Apo got, ''Hûn parlamenterên Kurd pêşengiyê ji yekîtiya Kurd re bikin wê baş bibe''.

Dema ku vedigeriyan Ewropayê karê wan ê pêşî avakirina avakirina komîteya amadekariyê ye. Armanc ew e ku rêxistiniya kongreyekê bikin ku di nav rêxistin û tevgerên Kurd hebin. Aydar got, ''Me jî ev pêşniyar rast dît''. Lê piştî hevdîtina bi partî û rêxistinên din re dibîni ku hê ji vê re ne hazir in.

PÊŞÎ PKDW AVA BÛ

Ji ber vê jî beriya ku kongreyê pêk bînin fikra ku li derveyî welat parlamentoyekê çêbikin derkete pêş. Wiha, Nîsana 1995'an Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat (PKDW) hate avakirin. Aydar got, ''Lê parlamento bêhtir berê li Bakurê Kurdistanê bû û ji bo yekîtiya nav Kurdan nedibû bersiv.''

Heman salê vê carê ji bo kongreya netewî komîteya amadekar hate avakirin. Aydar dibêje, ''Xebatên wê komîteyê, bi sifetê Serokê Konseya Rêveber a PKDW min rê ve dibir', piştre jî dibêje li hemû parçeyan dest bi rêxistiniya wê dikin.

WÊ 99'AN BIHATA RAGIHANDIN

Aydar got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku kongreya netewî ava bike, xwestiye ku bilezînin, bi bîr dixe, dema ku Ocalan 1998'an hatiye Italyayê gotiye, ''Divê bilezhûn vê pêk bînin.'' Li ser vê hazirî têne kirin. Plansazî ew bû ku Kongreya Netwî Newroza 1999'an were avakirin. Lê piştî ku  Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komployekê êsîr tê girtin, damezirîna KNKk'ê çend mehan bi derengî dikeve.

Aydar bal kişande ser hevdîtina parêzer a bi Ocalan re ku Nîsana heman salê hatî kirin û got, ''Agahiya pêşî ku ji Imraliyê ji bo me hatî, ew bû ku em karê xwe nîvco nehêlin û kongre di demeke kurt de pêk were.''. Wiha, 24'ê Gulana 1999'an civîna pêşî ya damezirandinê li paytexta Hollandayê Amsterdamê pêk hat. Civînê 4 rojan dom kir û KNK hate avakirin.

Aydar got, ''20 sal derbas bûn. KNK saziya pêşî ye ku bi armanca yekîtiya netewî tevdigere û bi israr xebatên xwe dike û wiha li ser piyan maye''. KNK her sal desteya giştî kom dike, serê 2 salan hilbijartinê nû dike.

KARTAL: ROLA KNK'Ê PIR MEZIN E

Yek ji damezirînerê KNK'ê, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal got, ''KNK 20 salan ji bo Kurdan xebatên bi girîngiya stratejîk kirin'' û balê dikişîne ser girîngiya KNK'ê. Kartal diyar dike pirsgirêka herî mezin a siyaseta Kurd nebûna ''yekîtiya netewî'' ye û dibêje, ''Ji ber vê jî rista KNK'ê bi rastî jî pir mezin e''.

'JI BO YEKÎTİYA NETEWÎ ŞERT GUNCAV IN''

Nîlîfuer Koç jî bi gotina, ''Dibe ku ne bi dilê me bû'' û ji bo ku hê aramnca yekîtiya netewî nehatiye pêkanîn xema xwe diyar dike. Koç dibêje ew hêvî dikin ku bi desteka Kurdan û gelên din ên Kurdisatnê derbasî qonaxeke dî bibin û got, ji bo vê ''şert guncav in''.

Koç bi berdewamî diyar dike, ''Van 20 salên dawî li nav gelê me bihistyariyek çêbû'', Kurd di mijarên Kobanê, Efrîn, Şengal û Kerkûkê de bûne ''yek''. Koç diyar kir, ''KNK li ser van hîsan divê gavên wêrek bavêje. Niha em di vê qonaxê de ne.''

'KNK TEMSÎLA PIRANIYÊ DIKE'

Aydar jî bi gotina ''hinek kêmasî hene'' kêmasiyên ji bo yekîtiya netewî qebûl dike û got, ''Lê KNK di vê rewşê de jî bi giştî weke vîna Kurdan dikare were qebûlkiirin. Piraniya partî û tevgerên Kurd di nav KNK'ê de hene. Hê hinek jê nîn in, lê em dixwazin vê pêk bînin.''

Aydar her wiha dibêje ne tenê yekîtiya nav Kurdan yekîtiya nav gelên Kurdistanê jî dixwaze pêk bîne û got, ''Em dixwazin Asûr, Sûryan, Ermen, Tirkmen, Ereb û gelên din jî di bin vî banî de bin.''

STRATEJIYA HEVPAR, BIRYARA HEVPAR, ARTÊŞA HEVPAR

Xebatên li ser yekîtiya netewî bi kîjan armancan rê ve diçin? Aydar bi kurtasî dibêje, ''Kurd bila bibin xwedî stratejiyeke hevpar, ango werin gel hev û biryarên hevpar bistînin. Tim rêveber bin. Her wiha bila bibin navenda temsîla gelê Kurd. Ango bibin navenda dîplomasiyê. Bi vegotine dî weke Wezareta Karê Derve ya Kurdistanê divê bixebite.''

Armanc helbet ne tenê ev in, Aydar dibêje, ''Hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê divê di bin yek banî de bin'' û got, ew êdî dixwazin xebatên li ser vê mijarê bi encam bikin.

XEYALA EHMEDÊ XANÎ..

Nîlûfer Koç jî dibêje ew dixwazin xeyal Ehmedê Xanî ya li ser yekîtiya Kurdan pêk bînin û got, ''Van 20 salên dawî tecrûbeyeke mezin çêbû. Di mijara diyaloga navxwe de tecrûbeya ti saziyê bi qasî ya  KNK'ê tine. Ne tenê di navbeyna Kurdan de her wiha di navbeyna Kurdan û gelên din de jî diyalogeke qeyîm hate danîn. Niha divê em vê li Rojhilata Navîn veguherînin çareseriya pirsa Kurd.

ALTERNATÎFA KNK'Ê TINE

Li gorî Kartal di mijara yekîtiya netewî de alkternatîfa  KNK'ê tine û domand, ''Em vê dibêjin; sala 2019'an ji bo  yekîtiya netewî saleke stratejîk e. Partî û derdorên ku heta niha li derveyî KNK'ê mane jî divê tevlê bibin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd xebatên KNK'ê stratejîk in.''