Serokwezîrê Iraqê li Hewlêrê ye: Wê biçe gundên hatine bomberdûmankirin

Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî wê biçe serdana gundên Amêdiyê yên ku hatibûn bomberdûmankirin.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomand, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî çû serdana Hewlêrê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû pêşwaziya Kazimî. Li gorî daxuyaniyên Herêma Federal a Kurdistanê Wezîrên Karê Derve, yên Parastin, Petrol, Koçberî û rayedarên din di nav heyeta Bexdayê de ne.

Kazimî wê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive. Kazimî wê piştre biçe Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl.

Tê payin ku Serokwezîrê Iraqê wê biçe kampeke Êzidiyên koçber û biçe gundên Amêdiyê yê ku dewleta Tirk bomberdûman kiribû.

Piştî ku Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû serdana Enqereyê, ev serdan pêk hat.

Derbarê naveroka hevdîtinan tu agahî nehate dayin. Lê dema ku serdana El Kazimî didomiya, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk didomiya.