Serokkomarê Iraqê: Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û hawirdorê dike

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, kiryarên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ku daran dibire û didize, weke "sûcê li dijî mirovahiyê û hawirdorê" pênase kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsanê û vir ve li Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriyê êrişan dike.

Di dema êrişên dagirkeriyê de yên li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, li herêmeke berfireh a gundiyan dar birîn û ji bo firotinê birin Tirkiyeyê.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşanî binpêkirina mafê serweriyê û talankirina daristanan da.

Berhem Salih ev peyam parve kir: "Li gel binpêkirina mafê serweriyê û binpêkirinên ku dibin sedema koçberbûna sivîlan, li qadên Hirur û Batîfa û qadên din ên herêma Kurdistanê birîna daristanan kiryarek li dijî mirovahiyê ye û sûcê li hemberî xwezayê ye. Wezîfeya me ew e ku pêşî li vê yekê bigirin û ji bo berpirsyarên vî sûcî bên cezakirin di navbera hikumetên federal û herêmî de koordînasyoneke pratîkî ava bikin."