Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê îstifa kir -NÛ BÛ

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed li Silêmanî civîneke çapemeniyê li dar xist û ji wezîfeya xwe îstifa kir. Mihemed got, eger hikumeta heyî li ser kar bimîne wê xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê mezintir bibe.

Dr. Yûsif Mihemed ku Asayîşa PDK'ê 12'ê Cotmeha 2015'an nehiştibû bikeve nava Hewlêrê û biçe parlamentê, îro li Silêmanî civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke darbeyê de ye". Mihemed bi vê gotinê îstifa kir.

Dr. Mihemed di civîna çapemeniyê de rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ji dema destpêkirina wezîfeya xwe û vir ve bi berfirehî nirxand û 12'ê Cotmeha 2015'an ku destûr ji wî re nehat dayin bikeve Hewlêrê weke 'darbeyê' bi nav kir. Mihemed dema serokatiya xwe a parlamentê weke 'berî darbeyê' û 'piştî darbeyê' bi du parçeyan pênase kir.

'LI HUNDIR ŞÊR E, LI DERVE ROVÎ'

Mihemed bi bîr xist ku wezîfeya erka siyasî ew e ku jiyaneke xweş bide gel û got, "Hem ev wezîfeya xwe bi cih neanî, hem jî mîna ku îro jî tê dîtin ketiye pozîsyoneke dijberî gel."

Mihemed anî ziman, hin derdor ji bo armancên xwe yên siyasî darbeyê mayinde dikin û got, "Em Îro di pêvajoya darbeyê de ne û li dijî gel çek tê bikaranîn. Karakterê desthilatadriya Kurd berevajî karakterê hemû desthilatdariyên li cîhanê ye. Li pêşberî hêzên derve serî ditewîne, li nava xwe jî zext û şîdetê dike. Gotineke pêşiyên Kurdan heye, dibêje; li hundir şêr e, li derve rovî ye."

'REFERANDÛM DEWAMA DARBEYÊ BÛ'

Mihemed diyar kir, darbe li dijî paralmentê ku organa meşrû ya herêma Kurdistanê ye û li dijî daxwazên gel hatiye kirin û got, "Ew darbe li dijî hemû nirxan, meşrûiyet, daxwazên gel û qanûnan hate kirin. Kirina referandûmê jî dewama heman darbeyê bû. Îro jî weke qonaxa sêyemîn a darbeyê, hikumeta têkçûyî û dijberê gel, li ser gel ferz dikin."

'DIVÊ TÊKÇÛNA XWE QEBÛL BIKE Û ÎSTIFA BIKE'

Mihemed da xuyakirin ku hikumeta Herêma Kurdistanê têkçûna xwe ya siyasî qebûl nake û got, "Tevî ku 16'ê Cotmehê nîvê axa Başûrê Kurdistanê ji dest berda û li gel krîza heyî ya mezin jî, ev hikumet têkçûna xwe qebûl nake. Tenê tiştek heye ku divê bikin: têkçûna xwe qebûl bikin û îstifa bikin. Ji destpêkê ve daxwaza gel ev e. Em jî piştgiriyê didin vê daxwaza gel û weke daxwazeke meşrû dibînin."

'HEBÛNA VÊ DESTHILATDARIYÊ JI BO GELÊ ME XETERÎ YE'

Di dawiya daxuyaniya xwe de Dr. Yûsif Mihemed ji malbatên mirovên di çalakiyên gel de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.

Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Dr. Mihemed xwest, mirovên binçavkirî tavilê bên berdan û got, "Weke welatiyekî dibêjim, ev hebûna vê desthilatdariya têkçûyî û darbe xwarî, ji bo gelê me xwedî gelek xeteriyên mezin e. Min xiyanet li deng û baweriya vî gelî nekir. Ji bo mafên gelê xwe, ji bo hiqûq û edaletê têkoşiyam. Ev têkoşîna me li pêşiya hin kesê ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û avakirina sîstemeke tekparêz tevdigerin, bû astengiyeke mezin."