Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya 78'an hate destgîrkirin

Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya 78'an Ganî Alkan hate destgîrkirin. Î.B. ê destgîrkirî jî hate girtin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê, leşkeran bi ser malekê de girtin û kesê bi navê Î.B. destgîr kirin. Leşkeran Î.B. birin Fermandariya Jendermeyan a navçeya Licê û piştî karê lêpirsînê sewqî edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Î.B. bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" Î.B. girt û şand girtîgehê.

Polîsan bi ser mala Serokê Şaxa Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan de girtin. Polîsên ku deriyê malê şikandin û ketin hundir, piştî lêgerîna malê, Alkan destgîr kirin. Polîsan Alkan birin Şaxa Midûriyeta TEM'ê ya Amedê.