'Serê salê binê salê Xwedê azadî û aştiyê bide vê axê'

Serê Salê ku yek ji çanda hezaran salî ya gelên Mezopotamyayê ye û li gorî salnameya Hicrî di şeva 13'ê Çileyê de ye, hê jî ji aliyê Kurdan ve tê pîroz kirin.

Kurdan duh bi şev sersala xwe bi hêvî û bendewariya "Serê salê binê saxê, Xwedê azadî û aştiyê bide vê axê" pîroz kirin.

Sersal ji aliyê gelek gelan ve li gorî salnameya mîladî her sal di 1'ê Çileyê de tê pîrozkirin. Lê gelên Mezopotamyayê, li gorî salnameya Hicrî di şeva 13'ê Çileyê de Sersalê pîroz dikin. 13'ê Çileyê, bi hezaran sal in ji aliyê Kurdan ve weke destpêka sala nû tê dîtin. Ev salnameya Rojê, ku ji mêj ve ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin, digihêje gelên qedîm ên Mezopotamyayê Sumer û Babîlan.

SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ XWEDÊ AZADIYÊ BIDE VÊ AXÊ

Di vê sersalê de, ku li cihên Kurd lê dijîn tê pîrozkirin, zarok kincên balkêş li xwe dikin, rûyê xwe boyax dikin û li nava malan digerin. Xwediyên malan jî xwarin û diyariyan didin zarokan. Ev çanda beriya niha li 4 parçeyên Kurdistanê dihat pîrozkirin. Lê ji ber dejenerekirina çandî, pîrozbahiyên Sersalê îsal kêm bûn. Yek ji cihên îsal lê hat pîrozkirin navçeya Hawêl a Sêrtê bû. Zarok beriya niha bi gotina 'Serê salê binê salê Xwedê kurekî bide vê malê, Amîn!' li nava malan digeriyan lê îsal ji zarokên 12 salî heta ciwanên 20 salî, bi vê çîvanokê li nava malan geriyan 'Serê salê binê salê Xwedê azadî û aştiyê bide vê axê' geriyan. Zarok û ciwanan bi vê çîvanokê hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo aştî û azadiyê nîşan dan.

Li Hawêlê di pîrozbahiyên îsal ên Serê Salê de, mêrên kincê jinan, jinên kincê mêran li xwe kirin û zarokên xwe kirin Kalikê Sersalê li ber dahol û zirneyê li nava malan geriyan. Zarokan li nava malan her wiha skeç kirin û govend gerandin. Xwediyên malan jî şekir, savar, mewîş û bastêk dan zarokan.

Jinan jî ji bo vê roja taybet xwarinên Kurdî çêkirin û li malbatên xizan ên li taxê belav kirin. Di Serê Salê de çanda komunal tê parastin. Pîrozbahiyan heta derengiya şevê dewam kirin.

Şeva 13'ê Çileyê digihîne 14'ê Çileyê ji aliyê gelek gelan ve weke destpêka salê tê dîtin.