Serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê rê li ber nîqaşan vekir

Serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Enqerê hem li Başûrê Kurdistan û hem jî li Iraqê rê li ber nîqaşê vekir. Serdana ku di pêvajoyekê de ku êrîşên dewleta Tirk a bê navber dewam dike, rê li ber nerazîbûnên siyasetmedar û rewşenbîran vekir.

Bê ku bernameyek plankirî hebe duh heyeta ku ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fevzî Herîrî, Kerîm Şengalî, Sefîn Dizeyî û Felah Mûstefa pêk dihatin, serdana Enqerê kirin. Hevîdtina heyetê ya li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglû û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Başûrê Kurdistan û Iraqê rê li ber gotûbêjan vekir.

Serdana Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre li Parlementoya Iraqê rê li ber nerazîbûnan vekir. Hinek parlemetnerên Şîa diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî piştî serdana li Bexdayê ya li gel Serokkomarê Fransa Emanûel Macron û rayedarên Bexdayê û şûnde wê agahiya ji bo Tirkiyeyê veguhêzin nirxandin, destnîşan kirin ku ev jî li gorî hiqûqa Iraqê sûc e.

Parlementerên Kurd ên li Parlementoya Iraqê jî cih digirin, diyar kirin ku di demê de ku bê navber êrîşên li ser Başûrê Kurdistan didome, di demkê de ku sivîl tên hedefkiri, serdana ku Nêçîrvan Barzanî pêk anî wê bikin rojeva Parlementoya Iraqê.

KESÊN DI HEYETÊ DE CIH DIGIRIN NÊZÎ PDK’Ê NE!

Her çendî heta niha ne Goran, YNK, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û partiyên din fermî li ser dezgehên xwe yên weşanê li ser mijarê ti nerazîbûn nîşan nedabin jî, parlementerên partiyan, kesên xwedî rayeyên girîng li ser tevnên dijîtal, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Yek ji mijara ku rê li ber  nerazîbûnan vekir, tevî ku alîkarên serokê herêmê ji Goran û YNK’ê pêk tê, lê di nava heyetê de cih negirtin. Dîsa necihgirtina alîkarên YNK’yî û Goran ên ne di heyetê de, tê diyarkirin ku di hevdîtinan de êrîşên li ser PKK’ê, peymanên di vê mijarê de ku di navbera Nêçîrvan Barzanî û Tirkiyeyê de hatine kirin, tên fikirandin.

PARLEMENTERÊN IRAQÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN

Serdana Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre li Parlementoya Iraqê rê li ber nerazîbûnan vekir. Hinek parlemetnerên Şîa diyar kirin ku Nêçîrvan Barzanî piştî serdana li Bexdayê ya li gel Serokkomarê Fransa Emanûel Macron û rayedarên Bexdayê û şûnde wê agahiya ji bo Tirkiyeyê veguhêzin nirxandin, destnîşan kirin ku ev jî li gorî hiqûqa Iraqê sûc e.

Dîsa Nêçîrvan Barzanî kesên li gel xwe girtî hemû jî PDK’ê temsîl dike. PDK’ê ji kesên nêzî xwe heyetek avakiriye. Yek ji nakokiyên din jî ew e ku ti kesên ku nêzî Mesûd Barzanî û dîsa Serokê Hikûmeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di nava heyetê de cih negirtin, nakokiyên navxweyî jî dide diyarkirin. Tê payîn ku aliyê din ên PDK’ê Mesûd Barzanî û kurê wî Mesrûr Barzanî di rojên pêşiya me de bi hincetekî cihê serdaneke Tirkiyeyê bike. Pisporên siyasî li gel wê yekê ne ku Erdogan di vê mijarê de dixwaze sûdê ji nakokiyên navxweyî yê Malbata Barzanî bigire.

‘TIRKIYE ROJANE SIVÎLAN QETIL DIKE, SERDAN BÊRÊZÎ YE’

Ji parlementerên Iraqê Hoşyar Ebdullah daxuyaniyek da destnîşan kir ku dewleta Tirk her roj êrîşên esmanî dike, sivîl tên qetilkirin, bal kişand ku bi vê serdanê encamên êrîşan tên veşartin.

Ebdullah got: “Di êrîşên rojane tên kirin de welatiyên me dimirin. Bi vê serdanê weke ku tiştek nebûyî tevger dikin. Ev jî li beramber yên berdêl didin bêrêziyeke mezin e.”

Dîsa Parlementerê Iraqê Serkewt Şemseddîn jî nerazîbûn nîşanî seredanê da û diyar kir ku wê mijarê bibe parlementoyê, wê bipirsin ku ev serdan bi çi armancê pêk hatiye.