Serdana KNK’ê ya li Başûr ya ji bo yekîtiyê didome

Serdana KNK’ê ya ji bo yekîtiya netewî ya li Başûrê Kurdistanê dewam dike. KNK’ê li Hewlêrê serdana Hîzba Komunîst a Kurdistanê kir.

Şandeya KNK’ê ya bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad li Hewlêrê çû serdana Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîa) û ji aliyê Sekretê Hizba Komunîst Kawa Mehmûd û hinek Endamên Polîtburoya wê ve hate peşwazîkirin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad têkildarî serdanê ji Rojnews’ê re got: “Armanca me ew e ku li gel aliyan kom bibin û nêrîna wan a derbarê yekîtiyê bizanine û diyaloga nîştimanî ye. Me li gel Hizba Komunîsta Kurdistanê  qala metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê kir. Ji ber niha pêwîstiya Kurdan bi yekîtî û aramiyê heye. Niha metirsiya li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bûye. Metirsiya welatên herêmî û navneteweyî jî li ser Kurdistana mezin heye. “

‘EM PIŞTGIRIYA XEBAT Û NÊRÎNÊN KONGREYA NETEWÎ DIKIN’

Sekreterê Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) Kawa Mehmûd got: “Berdewan peywendiyên me li gel KNK’ê hene. Em nêrînên xwe bi hev re parve dikin. Em piştgiriya xebat û nêrînên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin. Ew pirsgirêk û şaşiyên nexwezayî di nava aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yan ji aliyên din ên parçeyên din Kurdistanê de hene nearamî çêkiriye û xizmetê ji berjewendiyên gelê Kurd re nake.”

Kawa Mehmûd wiha domand: “Divê pirsgirêka di nava aliyên Kurd de were çareserkirin. Divê li hemberî metirsî û gefên hene xwedî yek gotara neteweyî û stratejiyek zelal bîn.”

Li Hewlêrê hevdîtinên şandeya KNK’ê didomin.