Serdana KNK’ê ya ji bo Hîzba Zehmetkêşan: Yekgirtin dikare pêşiya êrîşên dagirkeriyê bigire

Serdana KNK’ê ya di çarçoveya xebatên Yekîtiya Netewî ya li Başûr dewam dike. KNK serdana Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê kir. Di serdanê de hate gotin ku yekgirtina hêzên siyasî yên Kurd dikare rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigire.

Serdanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad îro li Hewlêrê piştî serdana Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê serdana Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Endama Meclîsa Giştî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Nîştiman Kemal  û hinek endamên Polîtburoya Siyasî ya  Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

‘YEKDENGIYA ALIYÊN SIYASÎ DIKARE PÊŞIYA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BIGIRE’

Piştî civînê, Endama Meclîsa Giştî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Nîştiman Kemal daxuyanî da û got: “Nakokiyên di nava mala Kurdan û aliyên siyasî li Iraqê de bandorî li ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk heye. Erka yekgirtina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê li ser milê KNK’ê ye. Li gorî me yekdengiya aliyên siyasî dikare rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigre.”

‘METIRSÎ HEYE JI BO WÊ KETINE NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Herwiha Endamê Şandeya KNK’ê Cemal Hacî jî diyar kir ku dijminên gelê Kurd û dewletên cîran li ser êrîşên li gelê Kurd hevdeng in û got: “Me KNK’ê hest bi vê metirsiyê kiriye ku rû bi rû yî Kurdistanê dibe. Ji bo vê armancê jî em hatine Başûrê Kurdistanê, serdana aliyan bikin. Yekrêziya aliyan û hevdengiyekê derbarê êrîşên dewleta Tirk bi dest bînin ku bikarin rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin.”

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) duh serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê kirîbû.

Herwiha li bendê ye ku şandeya KNK’ê li gel Yekîtiya Neteweyiya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) û Yekîtiya Sureyaya Kildaniyan bicive.