Şêniyên Şêx Meqsûdê ji bo Ocalan meşiyan
Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah şermezar bikin meşiyan û berxwedana Îmraliyê silav kirin.
Şêniyên taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah şermezar bikin meşiyan û berxwedana Îmraliyê silav kirin.
Greva birçîbûnê ya endamên TEV-DEM'ê ku ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro bi meşekê qediya.
Şêniyên Şêx Meqsûdê hatin avahiya Saziya Malbatên Şehîdan û piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê.
Çalakgerên greva birçîbûnê beriya destpêkirina meşê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin, ew çalakiya xwe diqedînin. Daxuyanî ji aliyê endamên konseya Rêveber a Meclîsa TEV-DEM'ê Bedran Hemo û Sakîne Mihemed ve bi ziman Kurdî û Erebî hat xwendin.
'HETA AZADIYA OCALAN...'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dîroka mirovahiyê de gelek cureyên berxwedanê hatin kirin. Her gel û neteweyek rêbazên xwe yên btaybet ên berxwedanê hene. Û ev rêbaz jî bûye parçeyek ji çanda wan. Dewletên dijminê nirxên gelan, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya li Rojhilata Navîn tine bikin, bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin û xistin zîndana Îmraliyê.
Em soz didin Rêberê xwe, şehîdên xwe, berxwedêrên xwe yên li zîndanan, heta azadiya Ocalan û hemû berxwedêrên li zîndanan em ê têkoşîna xw bidomînin."
Piştî daxuyaniyê girseya gel dest bi meşê kir û çalakî li aliyê rojhilat ê taxê veguherî mîtîngê.
Hevserokê Meclîsa Hevpar a Şêx Meqsûdê Mirî Şiblî û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê Hêvî Silêman li vir axivîn.
Qisekeran nerazîbûn nîşanî polîtîkaya tecrîdê û bêdengiya civaka navneteweyî ya ji vê yekê re dan.
Çalakgeran bi dirûşman berxwedana Îmraliyê silav kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.