BI DÎMEN

'Şengal a gelê Şengalê ye, ne ya kesî ye'

Şêniyên Şengalê destnîşan dikin, ku Şengal ne ya kesî ye, Şengal a Şengaliyan û Êzidiyan e.

Gelê Êzidî piştî fermanê biryar girtine ku xwe bi xwe rêve bibin, xweseriya Şengalê ava bikin û diyar kirin ger ew xwe bi xwe rêve nebin carek din Êzidî wê ji fermanên mezin  derbas bibin.

Gelê Şengalê weke gelê her derê daxwaza mafê xwe dike. Di dîroka Şengalê de tu carî wek cih û navçeyên din yên Iraqê bi şêwazeke fermî li ser parêzgehekê ve nehat girêdan, ne ji aliyê Başûr ve û ne jî ji aliyê dewleta Iraqê ve ev pêk hat. Her hikûmeteke ku desthilatdariya xwe li Şengalê meşandiye, li ser gelê Êzidî siyasetek qirêj a li gorî hukumeta xwe daye rêve birin.

Gelê Şengalê îro di her milî de xwe rêxistin dike û yekîtiya xwe xurt dike û banga xweseriyê  dike. Gel naxwaza ji aliyê tu kesî ve were bi rêvebirin û ger hat bi rêvebirin jî wê di encamê de çarenûsa wan weka beriya fermanê be.

Welatiyê bi navê Şêrwan daxwaz kir ku divê xweseriya Şengal were avakirin û got: “Heta niha kesekî tiştek ji me re ne kiriye, ne hikumeta Iraqê û ne ya Herêma Kurdistanê, ji ber vê yekê jî em ji gelê xwe dixwazin ku ew xwe bi xwe bi rêvebibin û xweseriya xwe bi destên xwe ava bikin.”

Şêrwan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha jî hin aliyên siyasî hene naxwazin ku em xweseriya xwe ava bikin. Dixwazin em her tim hewceyî wan bin û devê xwe li ber wan xwar bikin. Lê belê ev dem ne dema berî fermanê ye, em êdî şiyar bûn û em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Çi kar ji bo gel pêwîst be, çi çêkirina kolanan, çi nexweşxane, dibistan bin hemûyî jî bo em ê xwe bi xwe avakirin."

Welatiyê bi navê Qasim Eliyas yê ji bajarokê Sinûnê jî nêrîna xwe li ser xweseriyê weha anî ziman: “Em Çiyayê Şengalê xweseriya xwe bi xwe dixwazin, em dixwazin hikûmeta me ji me be û em dixwazin her tiştê me li ser nave Êzidaxanê be. Heta em xweseriya xwe ava nekin, em nikarin xwe bi rêve jî bibin. Em dixwazin her tiştê xwe li ser çand û exlaqê vê civakê ava bikin û dibistanên me bi zimanê me werin vekirin. Ev cîhan çawa ava ye, em dixwazin Êzidxanek wisa bi rêk û pêk ava bikin.”
Welatiyê bi navê Xelef Seyido Elî da diyar kirin ku ew hêvî ji Xwedê û Êzidxanê dikin ku bibin yek tifaq û destên xwe di destê hev de yek bikin û wiha pêde çû: “Bila her kes dengê min bike werin li axa xwedî derkivin û Ola xwe biparêzin. Dijminê xwe nas bikin û kesên ku em firotine nas bikin. Xwesertî jî bingehê fikir û ramanên Serok APO ye.”

Seyido Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Êzidxanek Xweser dixwazin em naxwazin di bin desthilatdariya hine din de bin. Em Êzidî Êzidxana xwe birêve bibin.”

Jina bi navê Êrîvan Merwan jî da diyar kirin ku ew ê Şengaleka xweser wê avabikin û got: “Xwe bi xwe rêve bibin. Me wek jin gelek êş û nexweşî ditiye, ji îro û şûnde em ê jiyanek azad û Êzidxaneka xweser bi rengê jinê avakirin.”  

Jina bi navê Nehla bal kişand ser fermana ku bi serê gelê Êzidî de hatî û daxwaz ji gelê Şengalê kir ku xwe bi xwe bi rêve bibe û wiha berdewam kir: “Piştî fermanê carek din baweriya xwe bi tu kesî nayin. Ji gelê Êzidî hêvî dikim ku li Şengala xwe û li şehîdên xwe xwedî der bikevin. Ew ê ku em firotin car din baweriya me bi wan nayê û bila gelê me vegerin ser rêya rast û dost û dijminê xwe ji hev nas bikin.” 

Welatiyê bi navê Zêdan dest nîşan kir ew dixwazim gelê Êzidî hemû bibe yek dest û yek tifaq û wiha got: “Em dixwazin xweseriya Şengalê were avakirin û Şengalek xweser gelê me xwe bi xwe rêve bibe. Bila gelê me li kûderê dibe bila bibe vegerin malên xwe û ciwan tevlî nava refên YBŞ, YJŞ, Asayişê bibin da em karibin miletê xwe ji hemû metirsiyan biparêzin.”

Di dawiyê de Zêdan wiha got:“ Ger xweseriya Şengalê nehat avakirin wê rê jî li ber fermana neyê girtin, çavê her kesî li Şengalê ye, her kes dixwaza Şengal ji wan re bibe, lê em wek gelê Şengalê dibêjin Şengal ne dibe ji kesî re û ne dibe ya wan jî, Şengal ya Şengaliyan û Êzidiyan e.”