Semra Guzel: Nikarin gel ji nirx û têkoşînê qut bikin

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û got, "Hikumet bi vê polîtîkaya xwe wê nikaribe gel ji nirx û têkoşîna wan qut bike."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel têkildarî êrişên li ser goristanan ku dewleta Tirk dema dawî zêde kiriye, axivî.

Semra Guzel diyar kir ku êrişên li dijî cenazeyan êrişên li dijî mafê veşartina cenazeyan û êrişên li dijî mafê şînê yê xizmên mayî ne.

Semra Guzel bi bîr xist ku mafê veşartina cenaze û şînê ji aliyê exlaqî ve gelekî girîng e, lê belê dewleta Tirk bi van êrişên xwe qanûnên xwe û peymana Cenevreyê û peymanên navneteweyî binpê dike.

Semra Guzel revandina cenazeyan ji Goristana Xerzanê û êrişên li dijî goristanên li herêmê bi bîr xist û got, "Hurmeta li miriyê mirovan hurmeta li civakê bi xwe ye."

Semra Guzel got, "Hin ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin bi testa DNA'yê nasnameyên wan hate tespîtkirin. Lê belê tevî vê yekê cenaze nebirin cihê lê hatibûn veşartin. Li Goristana Bêkesan a Kîlyosê di hundirê qutiyên plastîk de li kêleka rê li ser hev hatin veşartin. Cihê vê yekê ne di nava mirovahiyê de heye, ne jî di nava exlaq, wijdan û hiqûqê de. Ev yek di heman demê de êşkenceya li xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane."

'GORISTANÊN LI DERVEYÎ SÎNOR ÇIMA TÊN XERAKIRIN?'

Semra Guzel bi bîr xist, ku encamên testa DNA'yê herî zêde mehekê didome, lê belê 4 sal in test nehatiye kirin û destnîşan kir, ku armanc ji vê yekê ew e ku êşkenceyê li xizmên wan bikin.

Semra Guzel bi bîr xist ku êrişa li dijî goristanan bi hinceta 'nivîsa Kurdî' ya li ser kêlan hate kirin û ev pirs ji hikumetê kir; "Eger ev hinceteke hiqûqî be, wê demê hûn çima goristanên li derveyî sînor jî xera dikin?"

'DIJMINATIYA LI KURDAN E, POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE'

Semra Guzel got, "Ev êrişa tê kirin bi hişmendiya dijminatiya li Kurdan tê kirin. Polîtîkaya qirkirinê ye. Dixwazin bi gotina 'Tu biçe parçe bike, eger tu neke hingî em ê rakin, bişikînin' bi malbatan bide kirin. Her wiha malbat jî bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' dikevin ber lêpirsînê. Eger sûcekî hatibe kirin hebe ew hingî sûcdar jî ew hêz in ku van êrişan dikin. Yên ku êrişê dibin ser goristanan dixwazin hiş û bîra civakê ji holê rakin. Serdana malbatekê li goristanê nîşana wê yekê ye ku xwedî li kesê jiyana xwe ji dest daye derdikeve, xwedî li nirxê xwe derdikeve. Êrişên tên kirin jî polîtîkaya bêqîmetkirinê ye. Dixwazin ji gel re bêjin, 'eger tu têbikoşe, li ber xwe bide û mûxalîf bibe, hingî em ê mafê gorekê jî nedin te'.

'NIKARIN GEL JI NIRX Û TÊKOŞÎNA WAN QUT BIKE'

Dayikên Şemiyê bêgor in. Bi salan e têdikoşin. Ya ku niha dixwazin bikin hewldanek mîna bêgorhiştinê ye ku li Dayikên Şemiyê ferz kirine. Şandina cenaze bi rêya postayê, hiştina cenazeyê dayika Taybet bi rojan lin averastê, kişandina cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk li pişt panzerê, hiştina cenazeyê Cemîle ji neçarî li sarincê encama vê yekê ye. Ev hemû êrişa li dijî Kurdan, li dijî nasnameya Kurdan e, polîtîkaya qirkirinê ye. Ev êriş ji bo wê yekê tê kirin ku gel ji nasnameyê, têkoşînê û berxwedanê qut bikin. Niha gora Şêx Seîd û Seyîd Riza nîne. Lê belê gorên wan nebe jî em xwedî li têkoşîna wan a demokrasiyê derdikevin. Dayikên Şemiyê gorên zarokên wan nebe jî xwedî li nirxên xwe derdikevin. Yanî hikumet bi rêya van polîtîkayên xwe nikare gel ji nirx, têkoşînê qut bike."