Sembola xwefedakirina ji bo azadiyê

Azîme Urfa ku li dijî zilma dewleta Tirk 1993'an tevlî nav gerîla bûyî, bi têkoşîn û berxwedana xwe bû sembola xwe fedekakirina ji bo azadiyê.

Hin mirov hene jiyana xwe di ber jiyana civakê de dane. Hin mirov hene, ji bo ku jiyana herî hêja, pîroz bibînin, wê biafirînin bi eşq têdikoşin. Hin mirov hine dilê wan ne ji bo wan lê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Yek ji van mirovên berz jî Azîme Urfa ye ku xwe fedayî têkoşîna azadî û şoreşê kiriye. Azîme Urfa 1977'an li Wêranşarê ya Rihayê jiydayik dibe. Bi malbata xwe ya welatparêz girêdayî çanda xwe dijî. Bîreweriya wê ya welatparêzî û hîsên wê dike ku heval Azîme bi rengekî çalak tevlî nav têkoşînê bibe.

Rozerîn Pîran ku dema li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dida 2011'an şehîd bûyî wiha behsa hevala xwe ya têkoşînê Azîme Urfa dikir: ''Heval Azîme 1993'an tevlî nav gerîla bûbû. Heta 1994'an li GAP'ê li nav gel xebat kir. Dawiya sala 1994'an bi komeke heval re hatin Gabarê ku perwerde bibin. Zivistana 1994-1995'an perwerde bû. Piştî xebata perwerdehiyê berê wê kete Mişarê.

Wê demê li gel komeke heval peywira min hatibû ser Gabrê, em jî çûne cem hevalên ku ji Mêrdînê hatin. Li vir min heval Azîme nas kir. Hevala Azîme ev 2 sal bûn ku tevlî nav gerîla bûbû û li nav gel xebat kiribû. Yên ku heval Azîma dîtin digotin qet bi salan e li nav partiyê ye .Pir zeraq bû û bi xwe bawer bû. Berê min jî ket Mişarê. Li Çiyayê Reş û qada Sûskê min xebat kir. Vê demê bi heval Azîme re em di yek tîmê de bûn. Em çend mehan bi hev re man. Heval Azîme xwedî helwesteke xurt bû.''

XEYALA WÊ EW BÛ KU RÊBERTÎ BIDÎTA

Rozerîn Pîran diyar kir xeyala herî mezin a Azîma Urfa ew bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û têkilî dema ku bi hev re derbas kirin wiha got: ''Heval Azîme di jiyana gerîlatiyê de hevaleke pir xurt bû. Xeyala wê ya herî mezin e w bû ku Rêbertî bibîne û jê perwerde bidîta. Tim digot, ''Piştî ku çend slan xebitîm û min ked da dixawzim biçim qada Rêbertî, xebatên nav gel, welatparêziya wan dixwazim bi Rêbertî re par ve bikim.''

Jiyana wê bêkêmasî bû. Bi pîvan û helwesta xwe pê dizanî bû ku divê çi bike. Pir bandor li ser min kiribû ku di demeke wiha kurt de ew qasî li xwe zêde kiribû. Min ev hemû xasetên wê datanî ber xwe.  Gerîlayeke jin bû û li bara dijmin, di hemû karan de ku dikir cidî bû. Ji ber vê tim firazeyeke serkeftî li pey xwe hişt. Heval Azîme jiyana li nav PKK'ê weke ya xwe didît.''

HETA GULEYA DAWÎ

Şehîd Rozerîn Pîran, wiha behsa şerê dijî dewleta Tirk dikir: ''Li Mişarê qada ku em lê bûn, dijmin lê bû. Dijmin ji çiyayê Sûskê bi ser niqteya me de girt. Heta êvarî me bi dijmin re şer kir. Hevala Azîme heta berê dawî li dijî dijmin şer kir. Heval Bêrîvan jî li wir bû û meta heval Azîma bû. Şerekî giran bû. Heval bi wêrekî mezin bi ser dijmin de çûn. Nexasim heval Bêrîvan û Azîme bi şerê li girê ku lê bûn êrîşên dijmin şikandin û çek jî ji ser dijmin rakirin.

Nehiştin ku dijmin bikevin niqteyê. Heval Azîme li hemû qadên jiyanê, li şer jî ne dudilî bû.  Berxwedana heval Azîme êrîşa dijmin şikand Wêrekiya wê kîna wê ya li dijmin zindî dihişt. Xwedî giyanekî mezin ê tolhildanê bû. Heval Azîme heta dilopa dawî ya xwîn xwe, heta guleya dawî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû.''