Sembola ciwantiyê ya PKK'ê: Elî Firat

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi van gotinan qala gerîlayê HPG'ê Elî Firat kir: Mîna her ciwanekî Efrînî bi agirê berxwedana gerîla mezin bûbû. Bi dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê perwerde bûbû.

Yên ku canê xwe ji doza Kurdistanê re kirin gorî, dan ser şopa we. Dan ser şopa îradeya bi heybet. Encam heman bû. Nêzîkatiya dilên tolhildanê nedibû ji hev cuda bûya. Beden hatin kaşkirin, beden hatin parçekirin lê belê mejiyê ku ew beden di xizmeta hevrêtî û dilsoziyê de bi kar anîn, wê bi mîrateya ku dane me hebin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala têkoşîna gerîlayê salan Elî Firat kir. Kalkan anî ziman ku gerîlayê HPG'ê Elî Firat welatparêziya Efrînê ji zarokatiyê ve da ruh, hişmendî û hestên xwe. Bi van gotinan qala şehîd Elî Firat kir: "Kesayetekî bi rêzdarî û hêja hatibû perwerdekirin, mezinkirin. Mîna her ciwanekî Efrînê bi agirê berxwedana gerîla mezin bûbû. Bi dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatibû perwerdekirin. Di temenê ciwantiyê de tevlî bû, piştî ku demekê li herêma xwe kar kir, qîma xwe pê neanî û hat çiyayên azad ên Kurdistanê."

ŞOREŞGEREKÎ BI DÎSÎPLÎN Û RÊZDAR BÛ

Dûran Kalkan daxwaza têkoşînê ya gerîlayê HPG'ê Elî Firat bi van gotinan vegot: "Li çiyê li qadên herî zehmet kar kir. Li Zagrosê li gelek qadên çiyayên azad ên Kurdistanê xebitî. Di astên cuda de şervanî kir, xwe ji bo wezîfeyên herî giran pêşniyar kir, bi hevalê Elî re ti carî neyînî tune bû, xwe ji ti tiştî venedigirt. Şoreşgerekî bi pîvan, dîsîplîn bi hurmet û hezkirin bû. ji derve ve gelekî kûbar dihate dîtin, lê di pratîkê de kesayetekî berxwedêr bû, gelekî bi îrade kar dikir.

Li gelek qadan wezîfeyên girîng kir, ji ber ku di nava civakê de têkiliya xwe ya bi gel re baş bû, bi germahî têkilî bi mirovan re datanî li nava Geverê, li derdora Geverê hem gerîlatî kir, hem jî ji bo têkiliyê bi gel re deyne ji aliyê rêveberiya partiya me ve hate wezîfedarkirin. Li Gever û Bajêrganê li temamiya wê xetê wezîfeyên gelekî girîng meşand. Ji aliyekî ve li gorî derfetên xwe perwerde dida gel û ciwanên Geverê. Her kesî ew nas dikir, jê hez dikir, di nava gel de yekî durust, têgihiştî, wêrek, fedakar û karker bû.

Ji bo pêşvebirin û parvekirina têkoşîna azadiyê bi şev û roj, 24 saetan karên partiyê dikir, li ser bingeha gerîlatiya 24 saetan dixebitî. Di berxwedana gelê Geverê, di perwerdekirina gel û ciwanên Geverê de kedeke xwe ya mezin hebû. Ewladê Efrînê bû, şervanê leheng, fermandar, milîtanê şoreşger û perwerdekarê Geverê bû. Ji bo mirovan ronahiya hişmendiyê bû."

BI FEN Û FÛTAN, BI NAMERDÎ EW QETIL KIRIN

Dûran Kalkan anî ziman ku têkoşîna bêeman a şehîd Elî Firat dijmin gelekî aciz kir û di dawiyê de ev nirxandin kir: "Ji ber vê rewşê dijmin ew metirsîdar dît, li dijî wî komplo kir û bi fen û fûtan, bi namerdî hevrê Elî qetil kir. Bi lîstikeke welê qirêj tevgeriyan ku hevrê Elî nekarî bi komployê bihese. Gelek komployên beriya wê pûç kiribû, lê belê cara dawî kete xefikê û tevlî karwanê şehîdan bû. Em di wê baweriyê de ne ku hem xelkê Efrînê hem jî xelkê Geverê wê hevrê Elî bi rêzdarî bi bîr bîne, ciwanên Efrîn û Geverê wê xwedî li bîranîna hevrê Elî derkeve.

Di serî de ciwan û xelkên Efrîn û Geverê em bang li her kesî dikin ku vî şoreşgerî rast fêhm bikin, li ser rêya wî bimeşin û xwedî li berxwedanê derkevin. Mîna li nava berxwedan û serketina azadiyê ya Bakurê Kurdistanê, hevrê Elî wê di berxwedan, azadî û rizgariya Efrînê de her tim bê bîranîn, her tim wê pêşengiyê ji vê têkoşîna mezin re bikin."