Sedat Akin: Canekî me heye, bila ew jî ji vê dozê re be

Sedat Akin ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê girtîbû dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 44'an a çalakiya xwe de hate berdan, greva xwe li mala xwe didomîne.

Greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir di roja 126'an de ye. Greva birçîbûnê ya 337 girtiyan jî didome. Sedat Akin ku dema li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê girtîbû dest bi greva birçîbûnê kir, di roja 44'an a greva birçîbûnê de hatibû berdan. Sedat Akin piştî ku hate berdan çalakiya xwe li mala xwe dewam kir. Berxwedana Sedat Akin di roja 66'an de didome.

Sedat Akin ku saet 09:00 dest bi roja nû dike, bi demên diyarkirî avê vedixwe. Yên li ber wî ne diyar kirin ku Sedat Akin bi zehmetî dikare avê vexwe, lewma êdî du saetan carekê vedixwe. Sedat Akin di nava rojê de bultenên nûçeyan dişopîne. Li ser pêvajoya giştî, tecrîdê û grevên birçîbûnê nîqaşan dike. Kesên li ber wî gotin, moral û motîvasyona wî timî xurt e û li ser pirsgirêkên tenduristiya wî jî diyar kirin ku kramp dikeve mîdeya wî, êş dikeve serî û canê wî disincire. Her wiha ragihandin ku roniya çavê rastê jî kêm dibe.

'YEKANE SEDEMA ÇALAKIYA ME TECRÎD E'

Sedat Akin ji ANF'ê re qala biryardariya xwe kir û got, "Yekane sedema greva me ya birçîbûnê, daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Li gel vê yekê, çalakiya me tê wateya bidawîbûna tecrîdkirina gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê me bedena xwe dan ber birçîbûnê. Yekane sedema çalakiya me tecrîd e. Bila kes mijarê berevajî neke. Em ji jiyana xwe aciz nebûne û bi vî rengî me dest bi çalakiyê nekirine. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, çalakiya me jî bi dawî nabe."

'EZ MORALÊ JI HEVALÊN XWE DIGIRIM'

Sedat Akin der barê Leyla Guven û çalakgerên din ên berxwedana greva birçîbûnê got, "Berxwedana wan gelekî hêja û pîroz e. Ev çalakî ne tenê ji bo şexsekî hatiye destpêkirin. Çalakiyeke ku ji bo paşeroja civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Çalakî nîşaneya serketinê ye. Bi hezaran ciwan hene ku bedena xwe dane ber mirinê. Divê pirsa 'Gelo ev ciwan daxwaza çi dikin?' bikin. Daxwazên çalakiyên li Ewropa, Bakur, Başûr û zindanan daxwazên rewa ne. Ez moralê ji hevalên xwe yên berxwedêr hemûyan digirim. Greva birçîbûnê ya ku hevala Leyla dest pê kir, roj bi roj mezin dibe. Dixwazim ji hevrêyan hemûyan re bêjim ku serketin nêz e, em ê bi ser bikevin û faşîzm wê têk biçe."

'SERKETIN NÊZ E'

Sedat Akin anî ziman, hevalên wî yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne, di nava şert û mercên nebaş û giran de çalakiya xwe didomînin û got, "Rewşa wan zêde nebaş e. Em li derve ne. Lê dixwazim bêjim ku em xwedî heman îrade û berxwedêriyê ne. Ji ber vê yekê dixwazim bêjim ku birçîbûn bandorê li me nake. Tenê bila gelê me dengê me bibihîze. Em di çalakiya xwe de bi biryar in. Bêguman em ê heta dawiyê bidomînin. Canekî me heye, em ê wî canî jî di oxira vê rêyê de bidin. Yên ku niha hikum dikin, xwe nadin ber pêvajoyê, lê belê stêrkên li ezmanan nîşaneya serketinê ne. Ew stêrk wê roj bi roj hîn bêhtir bibiriqin. Ji ber ku hevrêyên me hîn bi coş û moral tevlî vê çalakiyê dibin. Vê coş û moralê hikumet xistiye nava tirs û fikaran. Lewma neçar e ku paş ve gavê biavêje. Ji ber ku em qala şexsan tenê nakin, em qala rêberekî siyasî yê bi dehan milyon mirovî dikin."