Saziyên li Mêrdînê: Mexsûs daristan tên şewitandin

Saziyên sivîl ên li Mêrdînê nerazîbûn nîşanî şewitandina daristanan ên bi destê artêşa Tirk dan. Saziyan diyar kirin ku divê şewata li Omeryanê were tefandin.

Rêxistina TMMOB, ÎHD, KESK ji bo ku balê bikişînin ser şewata daristan, prêze û zeviyên genim ên di rojên dawî de zêde dibe li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê saziyan Vahap Irmak daxuyanî da. Irmak, anî ziman sedema şewata daristanan, hişmendiya dagirker û mêtînger a operasyonên leşkerî ne û wiha got: "Şewata daristanê ya li herêmê wekî salên 90’an bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin. Her sal ji ber operasyonên leşkerî daristanan dişewitînin. Piştî operasyonên leşkerî daristan tev dişewitin û dibin xwelî. Her sal bi hezaran hektar daristan dişewite. Dîsa ji ber şer û operasyonan dema agir bi daristan û zeviyan dikeve bi hinceta "ewlehiyê" destûr nadin şewat were tefandin.”

Irmak, herî dawî ji bo şewata daristana herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê jî bang kir û wiha got: "Şewata li herêma daristana Omeriyan derketiye bi hinceta "ewlehiyê" destûr nayê dayîn ku were tefandin. Divê rayedar destûr bidin ku peywirdar erka xwe pêk bînin. Divê astengiya li pêş şewatê bê rakirin."