Saziyên Êzidiyan: PDK ji nava refên Kurdan derketiye
Sazî û rêxistinên Êzidiyan bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên PDK'ê yên li Şengalê şermezar kirin û gotin, "Em ê ti carî li hemberî vê siyaseta PDK'ê ya li dijî Êzidiyan û Şengalê bê deng nemînin."
Sazî û rêxistinên Êzidiyan bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên PDK'ê yên li Şengalê şermezar kirin û gotin, "Em ê ti carî li hemberî vê siyaseta PDK'ê ya li dijî Êzidiyan û Şengalê bê deng nemînin."
Saziyên Êzidiyan der barê êrîşên çekdarên PDK'ê yên li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êrîş şermezar kirin.
Li ser navê Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD), Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), Meclîsa Gundên Êzidiyan li Bakur, Mala Êzidiyan li Kantona Cizîrê / Rojava, Komeleya Êzidiyan li Kantona Efrînê / Rojava, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS) û Mala Êzidiyan li Sîegenê daxuyaniyeke hevpar hat weşandin.
'PDK JI NAVA REFÊN KURDAN DERKETIYE Û QEDERA XWE BI AKP'Ê VE GIRÊ DAYE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema ku bangên yekîtiyek neteweyî her roj tên dubarkirin û di dema ku gelê Kurd berxwedanek bê hempa li dijî çeteyên DAIŞê dimeşîne, ku hemû Cîhan bi çavê rêzê li vê berxwedanê dinêre û destekê dide Kurdan, PDK ji nav refên Kurdan derketiye û qedera xwe bi AKP'ê ve girêdayî, tevî ku AKPê her roj Kurdan qetil dike û çeteyan bi ser wan ve dişîne."
Saziyan dan xuyakirin, ku piştî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî çû Tirkiyeyê, PDK'ê komek ji çekdarên xwe şand Şengalê, ji bo li dijî vîna Êzidiyan a azad û xweser derkevin û nakokiyan di nava Êzdiyan de derxînin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Ev koma bi navê 'pêşmergeyên rojava' ku çend sed ciwanên Rojava, yên PDK ew bi polan kirîne û li jêr çavdêriya efserên artêşa AKPê dane perwerdekirin, beriya çend saetan bi çekên giran xwestin derbasî bajarokên Xanesorê bibin û herin nuqteya sînor a ku Şengalê bi Rojava ve girêdide û wê bixin bin kontrola xwe. Her wiha van çekdaran li wir li dijî YBŞ/YJŞ dest bi gefan û provokasyonan kirin.
'BARZANÎ LI SER TALÎMATA ERDOGAN Û AKP'Ê SOZA ŞERÊ LI DIJÎ ŞENGAL û ROJAVA DAYE'
Wek tê zanîn bajarokê Xanesorê ji aliyê HPG û YBŞ ve piştî şerekî giran li dijî DAIŞê hatibû rizgarkirin. Ji bo ku HPG û YBŞ çeteyên DAIŞ têk bibin û korîdora mirovayetî vekin, ku di encamê de bi sedhezaran Êzdî xelas bûn, bi sedan şervanên xwe yên qehreman şehîd dan.
Ev provokasyon di encama serdana serokê PDK Mesûd Barzanî ya dawî ji bo Enqere de tê. Barzanî li ser talîmatên Erdogan û AKP'ê soza şerê li dijî Şengal û Rojava daye. Ev yek di serdana Binali Yildirim ya ji bo Hewlerê jî xuya bû. Gefên ku Yildirim li Rojava û Şengalê xwarin û bêdengiya Berzanî, nîşana karekî tarî yê li dijî vîna Gelê Kurd bû."
BANGA LI GELÊ KURD Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ
Sazî û rêxistinên Êzidiyan bang li tevahiya gelê Kurd û civaka navneteweyî kirin, ku li dijî vê provokasyonê helwestê nîşan bidin, zextê li PDK'ê bikin, ku vîna Êzidiyan a xweser nas bikin û dest ji helwesta xwe ya dijminane li hemberî Şengalê berde.
Saziyên Êzidiyan ji partiyên Başûr jî xwestin, ku hesabê hevkariya ku PDK li gel AKPê dike, bixwazin û gotin, "Di heman demê de, em dozê ji gelê xwe yê Başûr dikin ku ew li dij vê siyaseta PDK derkeve û hebûna bargehên eskerî yên Tirkan şermezar bike. Em her weha dozê li ciwanên kurd yên di nava 'pêşmergeyên rojava' de dikin, ku ew çekên ku PDK ji bo xizmeta AKP'ê û eskerên Tirkan xistine destê wan, berdin û vegerin nava refê gelê xwe û qet li ser xwe qebûl nekin, ku bibin beşek ji konsepta şer ya dijmin û ji AKPê û Erdogan re nebin çete."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em wek rêxsitinên civaka Êzdî her weha diyar dikin, ku em ê ti carî li hemberî vê siyaseta PDK ya li dijî Êzdiyan û Şengalê bê deng nemînin. Em ê li ser hemû astên diplomasî têkevin nava liv û tevgerê û hemû cîhanê bi vê zilma ku PDK li ser Êzdiyan dimeşîne, bihisînin. Em ti carî gelê xwe li Şengalê li hemberî hevkariya PDK û AKP a hevalê DAIŞ'ê, bi tenê nahêlin. Em bang li gelê xwe, bi taybet yê li Ewropa dikin ku li hember vê îxanetê dengê xwe bilind bikin û derkevin qada."