Şaredariya Elkê hat desteserkirin

Beriya bi çend rojan Hevşaredarê Êlkê yê DBP'yî Nûrettîn Ataman hatibû binçavkirin, li şûna Ataman qeyûm anîn ser Şaredariya Elkê.

Ji aliyê Wezîrê Karê Derve ve  li şûna Hevşaredarê DBP'yî yê Elkê Nûrettîn Ataman, Qaymaqamê bajêr Murat Şener weke qeyûm hate peywirdarkirin. Lêpirsîna Ataman ê ku hatî binçavkirin didome.  Piştî ku qeyûm hate wezîfedarkirin polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Piştî lêgerînan Şener ê ku weke qeyûm hatî wezîfedarkirin hat avahiya şaredariyê. Duh Hevşaredar Ataman di dema serdegirtina malê de bi Cindî Ataman û Davût Ataman re hatibû binçavkirin. Her wiha li aliyê din Hevşaredara din Seyran Argan bi hinceta 'Rêveberiya xweser ragihandiye' hatibû girtin.