HEVPEYVÎN

Sara Reza: Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gelekî ye

Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan axivî û wiha got: “Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gel û modeleke jiyanê ya nû ye.”

4'Ê NÎSANÊ

Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî û ev tişt anîn ziman: “Jidayikbûna Rêber Apo ne tenê jidayikbûna kesekî ye, ji nû ve jidayikbûna gel û modeleke jin û jiyanê ya nû ye. Qonaxên jiyana Rêber Apo dibin sê beş. Qonaxa yekem jidayikbûna fizîkî ya Rêber Apo ye, qonaxa duyem jidayikbûna fikir û felsefeya Rêber Apo ye û qonaxa sêyem jî ku qonaxeke hestyar e û heta niha jî berdewam dike, qonaxa piştî Îmraliyê ye ku dewletên kapîtalîst xwest bi vê rêyê bandora felsefeya wî nehêlin, lê belê heta îro jî berxwedan û têkoşîn berdewam dike û Rêber Apo komploya dijminan pûç kiriye.”

Sara Rezayê bi boneya jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîrozbahî li hemû jinan kir û got: “Rêber Apo li ser dîroka 5 hezar salî ya jinên kolekirî analîz kirin û îro felsefeya wî li hemû dinyayê pêşengiya berxwedana jinan dike.”

Sara Rezayê îşaret bi berxwedan û pêşengiya jinan kir û wiha domand: “Em jin hemû deyndarê Rêber Apo ne, hewl û têkoşîn û felsefeya wî wisa kir ku em bikarin wek jinên azad di welatekî azad de bijîn û têkoşîna xwe bidomînin. Rêber Apo dibêje ku eger di şoreşekê de pêşengiya jinan tune be, ew şoreş serkeftî nabe.”

Rezayê bal kişand ser pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê û ev tişt anîn ziman: “Coş û kelecana 8’ê Adarê mizgîniya serkeftina Newrozê da. Coş û serkeftina Newrozê da mizgîniya serkeftina hilbijartinên xwecihî da û vê serkeftinê jî peyam da me ku wê 4’ê Nîsanê bibe jidayikbûneke nû û peyama serkeftinê.”