Sancar li Colemêrgê ye: Ji bo Kurdan hiqûq tune

Ji bo ku balê bikişîne ser kuştinên Kurdên li ser sînor Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar got “Ji bo Kurdan hiqûq tune. Di van êrîşan de polîtîkaya sereke nedayîna ceza ye.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ji ber cînayetên ku leşkerên Tirk li ser sînor dike, çû Colemêrgê. Sancar li Şemzînanê çû serdana esnafan û li pêşiya rêxistina navçeyê ya partiya xwe bang li gel kir. Sancar qala kuştinên li ser xeta sînor kir.

Sancar got “Hê 10 roj berê, li hemberî sivîlan hêzên ewlekariyê çek bi kar anîn. Em ji bo edaletê li vir in. Ji bo ku li hemberî nedayîna ceza em dengê xwe bilind bikin, em li vir in. Li Colemêrgê di 5 salên dawîn de 3 jê zarok 15 kesên sivîl ji ber êrîşa hêzên ewlekariyê hatin kuştin, 17 kes jî birîndar bûne. Çend roj berê du kesên li ber pez li Rûbarokê hatin birîndarkirin. Ev ne nû ye. Berê jî Roboskî û 33 gule derdikeve pêşberî me. Li vê derê li hemberî Kurdan hiqûq nayê bi kar anîn.”