Sancar: Karesata li Dêrikê ne qeza ye, cinayet e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar anî ziman ku karesata li Dêrikê ne qezayeke asayî ye û got:“Ev qaza ye, cinayet e. Em li her derî li cem gelê xwe ne û ji aşkerakirina berpirsan û hesabdayînê dê bixebitin û bitêkoşin.“

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdana malbatên 21 kesên ku di qezaya 20'ê Tebaxê de li navçeya Dêrik a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Serokwekîlê Meclîsê Nîmetûllah Erdogmuş, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel, endamê Desteya Rêvebir a Navendî Cîhan Aydin, parlamenter Kemal Pekoz û Hasan Ozguneş rêvebirên partiyê yên Mêrdîn û Şirnexê jî hevrêtî bi Sancar re kirin.

Sancar piştî serdana taziyeyan çû cîhê bûyerê û piştî vekolîna li cihê bûyerê daxuyanî da.

Di destpêkê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî. Turk got: “Dilê me hemûyan dişewite. Felaketeke mezin hat serê me. Musebîbênvê felaketê hene. Ev dê di pêşerojê de aşkera bibin. Em ê jî derbarê van kesan de tevbigerin. Îro tenê dilê Dêrikiyan naşewite, dilê tevhiya Kurd û Kurdistanê dişewite. Em ji bilî sebrê nikarin tiştekî din bibêjin. Dema em li van kamyonên ku îro bûne sedema vê karesaya dinêrin, ew hemû ji kamyonên kevn in ku paşê ew kirine TIR. Mixabin heta niha ne hatine kontrolkirin ne jî tiştek ji bo wan hatiye kirin. Li welatekî wiha serberdayî karesatên wisa pêkan in. Ji bo musebîbên vê bûyerê aşkera bibin çi hewce be dê bê kirin. Bila serê gelê me sax be. Bila serê Dêrikê sax be. Rehma Xwedê li wan be û em ji bo kesên birîndar jî şîfayê dixwazin."

‘NE QEZA YE, CINAYET E‘

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku di 20’ê Tebaxê de 2 karesatên cuda rû dane û got: “Em pêşî hîn bûn ku di qezaya Dîlokê de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku hejmara miriyan 16 ye. Piştî wê bi demeke kurt, em li Dêrikê jî bi karesateke mezintir re rû bi rû man. Hin aliyên taybet ên karesata li Dêrikê hene. Xwedê rehma xwe li mirovên me yên li Dîlokê û Dêrikê jiyana xwe ji dest dane bike. Ji xizmên wan re sebrê dixwazim. Ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Ne pêkan e ku em ji karesata li vir wekî qezayek hêsan bidin der. Li aliyekî bûyerê îhmalkarî hene. Ji van îhmalkariyan a sereke jî ew e ku wesayîtên bargiran in ku di nava bajêr re diçin. Diviyabû ne wiha bûna, diviyabû destûr nehatan dayîn."

Sancar di berdewama axaftina de bibîr xist ku bi salan e meseleya Dêrikê ya ji bo rêya hawirdorê anîne ziman û got: "Parlementerên me pêşniyaznameyek berpêşî meclîsê kirin ji bo ku li Dêrikê rêya hawirdorê bê çêkirin. Pirsîn bê çima nayê çêkirin. Di vî warî de hevalên me daxwaz ji wezaretê saziyên têkildar kirin, lê yek ji wan jî esas nehat girtin."

BIRYARA ŞAREDARIYÊ NEHATIYE PÊKANÎN

Her wiha Sancar da zanîn ku Koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê di Adara 2020‘an da têkildarî vê civînek li dar xistiye û got: "Rojev jî, li Dêrikê çûnhatina van wesayîtên bargiran û talûke bû. Navenda Koordînasyona Gihandinê ji bo nîqaşkirina vê biryarê li hev kom dibe, lê qeymeqamê Dêrikê, midûrê polîsan ê Dêrikê dibêjin pêdivî bi tiştekî wiha tine ye. Tew tev li civînê jî nabin. Di nivîsên xwe de jî gotine pêdivî bi tiştekî wiha tune ye. Ev rê, roja ev karesat çêbû tenê şerîdek bû. Di rêyeke yekşerîdî de çûnhatina ev qas wesayîtên bargiran cihê talûkeyeke mezine û nayê qebûlkirin."

Sancar destnîşan kir ku ji xeynî vê, kontrolên din jî nayên kirin û got: "Daneyên derbarê kontrolkirina tonajê de nayên parvekirin. Nayê kontrolkirin ku ev wesayîtên dibin sedema karesatên mezin bê ka tên mauyenekirin yan na. Ev hemû sedemên li ber çavan ên karesatê ne. Kes vê yekê înkar nake û nikare bike jî."

Sancar got: "Roja bûyerê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Dêrikê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye. Hûn çi vedişêrin? Li vir tesîsên Etî Bakirê hene. Her kes dizane tesîsên Etî Bakirê yên Cengîz Holdîngê ne. Ji Şemrexê heya Amedê rêhesin hat çêkirin, sirf ji bo Etî Bakir karibe karê xwe yê veguhastinê bi rihetî bike. Ji bo hîn bêtir qezenc bike. Li ser rêya Mêrdîn-Amedê qûleyên ewlehiyê hene. Piraniya vana ji bo ewlehiya TIR'ên Cengîz Holldîngê hatine çêkirin. Îhaleya van kûleyan jî dane Cengîz Holdînge. Hatiye daxuyandin ku tu eleqeya Cengîz holdîngê di vê bûyerê de tune ye. Bi vê dixwazin xwe jê safî bikin. Eynî wekî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî ya li vir da. Ruyê li ber çavan ê karesatê ev e. Di bingehê vê de ferasetek heye. Desthilateke heye ku ewlehiya gel ne di etra wê de ye. Tenê ketine etra ewleyiya xwe û feraseta xwe. Gava behsa ewleyiyê tê kirin, tenê ewleyiya sermayeyê û ya alîgirên wan tê bîra wan."

Sancar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yekûna van bûyeran hemûyan nahêle ku em ji vê bûyerê re bibêjin qezayek hêsan. Ev ne qezayek hêsan e. Ev bûyereke tîpîk a Duşema Sor e. Li ber çavan qewimiye. Ger ev tedbîr hemû bihatana girtin, îro li Dêrikê 21 kesî jiyana xwe ji dest nedida. Belê, encamên nekontrolkirin, polîtîkayên ji bo bidestxistina her cure qezencên zêde tên meşandin û ev ferasetên ku li bajarên kurdan ewlehiya gel û jiyana gel bi tu tiştî nahesibînin, li holê ne. Sedema bûyerê ne du kamyon an jî du TIR in. Sedema vê sedemeke ferasetê ye."

Sancar destnîşan kir ku berpirsê vê bûyerê desthilat e û got, ew li dû heqîqetê ne, çapemeniya azad ji bo rastiya vê bûyerê û berpirsan aşkera bike dê bênavber tevbigere. Sancar di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew li her derî li cem gelê xwe ne û ji aşkerakirina berpirsan û hesabdayînê dê bixebitin û bitêkoşin.