Sancar: Berxwedan jiyan e!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Newroza Amedê axivî û got, "Hîn çi ji we tê? Zindanên we, dozgerên we, fen û fûtên we nikarin me bisekinîne. Ji ber ku em hêvî û hêza gelê berxwedêr in. Û em zanin ku berxwedan jiyan e."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di Newroza Amedê de gel silav kir û li ser wateya Newrozê wiha got: "Newroz ne tenê rojek e, her roj e. Silav ji gelê Amedê yê hezkiriyê azadî û berxwedanê re. Silav ji gelê Newrozê re. Ez we hemûyan bi coşa Newrozê silav dikim. Ji dil û can Newroza we û gelê Rojhilata Navîn Pîroz dikim. Bijî Newroz. Newroz qêrîn e. Rêya heqîqetê û hêviya jiyanê ye. Em hêviyên xwe di her Newrozê de wekî agirê Newrozê germ digirin."

Sancar ewil yek bi yek siyasetmedarên Kurd ên li girtîgehê silav kirin û piştiriya xwe da Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu.

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Sancar destnîşan kir ku heta agirê Newrozê geş bibe tu kes nikare serê wan bitewîne û wiha axivî: "Zext û zilma li ser partiya me bi dawî nabe. Lê em berxwedanê dizanin. Em têkoşîne dizanin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Bi vê baweriyê û biryara we emê bi ber bikevin. Zextan zêde dikin. Qedexeyan zêde dikin. Lê bi ser nakevin. Ew bi vê yekê xerabiyê bi vî welatî dikin. Bi kedkar û jinên Kurd xerabiyê dikin. Di şevekê de îmzeya Peymana  Stenbolê vekişandin. Yanî dijminantiya jinê dikin. Bi vê yekê li dijî Destûra Bingehîn darbe pêk anîn. Ev îqtîdara darbeyê ye. Darbekar e. Wekîlên me yên em bi denge we dişînin meclîsê neheq wekîltiya wan dixin. Wekîltiya Leyla Guven û Musa Farisogullari xistin û êrîşî vîna  gel kirin. Niha jî wekîltiya birayê me Omer Faruk Gergerlîoglu xistin. Neheq û li dijî hiqûqê vîna gel xesp kirin. Bi vê yekê jî nehatin ser. Serê sibê dema dixwest destmej bigire bi ser de girtin û binçav kirin. Binerin ew qas xerab in. Ew qas li dijî baweriyê bê hurmet in. Li dijî vîna gel bê hurmet in."

'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'

Sancar biryara serketinê jî anî ziman û wiha lê zêde kir: "Lê milyonan kesên qadên Qadên Newrozê kom bûne dibêjin "Em serî natewînin. Dibêjin soz em ê teqes bi ser bikevin. Teqez em ê qesenç bikin" HDP'a ku nikarin bi siyasetê wê têk bibin, niha darazê dixin nava tevgerê û dixwazin bigirin. Serdozgerê Komarê bi fermana Qesrê der barê HDP'ê de dozê vedikin. Hemû axaftinên me jibo aştî, demokrasiye ne. Wekî din tiştekî din tune ye. Em dipirsin hûn HDP'ê bigirin, hûn dê vî gelî çi bikin? Hûn nikarin pêşiya vî gelî bigirin. Tu hêz nikare bawerî û pêşiya gel bigire. Em we silav dikin. Em ê bi hevre ji bo siyaseta demokratîk û aştiyane siberojên din ava bikin."

'WERIN EM BI HEVRE LI DIJÎ VÊ ZILMÊ TÊBIKOŞIN'

Sancar banga têkoşîna hevpar li hêzên demokrasiyê kir û wiha berdewam kir: "Em baş dizanin Berxwedan jiyan e. Berxwedan jiyan e. Daxwaza girtina HDP'ê daxwaza girtina demokrasî, hevî û wekheviyê ye. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê serî li hemû rêyên demokrasiyê bidin. Daxwazên azadî, aştiyê bînin ziman. Werin hemû hêzên demokrasiyê em bi herve li dejî vê zilmê têbikoşin. Werin em mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Werin em bi hevre ber bi aştî, demokrasî û azadiyê ve bimeşin.  Em hêza xwe ji mafdariya xwe û gelê xwe distînin. Ev îqtîdar ji me ditirse. Me di 7'ê hezîranê de li ser sindoqê ev yek nîşanî wan da. De di 31'ê Adarê û hezîranê de ev yek li ser sindoqê nîşanî wanda. Bila van rojan ji bîr nekin. HDP dê dîsa bi wan bide windakirin. Werin em bi hevre têkoşîna demokrasiyê bidin. Em tifaqa herî mezin a demokrasiyê ava bikin. Werin em ve meşê mezin bikin. Wateya herî mezin a Newrozê sembola aştiyê ye."

EM LI PEY PEYAMA OCALAN A NEWROZA 2013'AN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di Newroza 2013'an de li Amedê bi raya giştî re parve kir û wiha got: "Binerin beriya niha 8 sal berê li vê qada Newrozê nameya aştiyê hat xwendin. Ew name tê bîra Gelê me. Gelê me hêj ji vê nameyê bi hevî ye.

Ez hevokekê ji wê nameyê bixwînim. Birêz Ocalan di nameyê de gotibû "Demek nû dê bê destpêkirin. Ne çek wê siyaset bi axive. Em ê pêşeroja hevpar bi hevre ava bikin." Em li pey vê banga Newroza 2013'an in. Em piştgiriye didin banga  Birêz Ocalan a 2013'an. Em îro jî heman daxwazan tînin ziman. Peyama Ocalan ku danî holê banga çareriya demokratîk bû. Kilîda çareseriya Demokratîk bû. Em dîsa li pey vê daxwazê ne. Em li pey çareseriya demokratîk in. Em li pey siyaseda demokratîk in. Ji ber vê yekê dixwazin vê sisayetê tune bikin. Ji ber vê yekê tecrîdê li Îmraliyê pêş dixin. Israra di tecrîdê de israra di bê çareseriyê de ye. Ji ber vê yekê divê teqez ev tecrîd rabe. Daxwaza girtiyan jî rakirina tecrîdê ye. Ji bo aştîe û demokrasiyê rakirina tecrîdê ye. Em bi hevre li vê daxwazê derkevin. Em ê aştiyê bi gelê vî welatî bînin vî welatî. Em aştiyê ji îqtîdar û hikûmetê naxwazin. Em aştiyê ji gelên vî welatî dixwazin. Em dikarin aştiyê bi gelan re ava bikin. Ji ber vê yekê werin em bi hevre rêyên avakirina aştiyê pêş bixin. Em bi hevre aştî, demokrasî û azadiyê bînin.

'AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DI AZADIYA KURDAN RE DERBAS DIBE'

Sancar herî dawî bal kişand ser aştiya Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: "Rêya aştiya Rojhilata Navîn di Azadiya  Kurdan re derbas dibe. Azadiya  Kurdan jî di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Divê gelê Kurd ji Mahabat heta Qamişlo li her derê heviyên demokrasiyê pêş bixin. Bila ev Newroz bibe Yekîtiya Neteweyî.

EM SOZ DIDIN EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN

Rota me azadî ye. Em li dijî yekperestiyê em ê siyaseta demokratîk pêş bixin û bêtir mezin bikin. Yên van zextan li me dikin, bila bizanibin HDP mezin dibe û tê. HDP hatiye ku welat bi rêve nebe. Dê tu hêz nikaribe re li pêş siyaseta demokraktîk bigire. Em ê heta dawî di edaletê de israr bikin. Em ê teqez bahara gelan bînin. Em ê bêtir mezin bibin û bi hêz bibin. Em ê bêtir bi biryar bin û mil bidin hev. Em soz didin emê teqez bi ser bikevin.  Bi vê hêvî û coşê ez carek din Newroza we Pîroz dikim. Newroz pîroz be."

Li Parka Newrozê ku coş di asta herî bilind de ye, bi sed hezaran mirov dirûşman diqîrin, govendê digerînin.