Salvegera komkujiya 9'ê Hezîranê ya li Silêmaniyeyê

9'ê Hezîrana sala 1963'ê ji bo gelê Başûrê Kurdistanê rojeke bi xwîn bû. Wê rojê de 84 welatiyên bê sûc yên bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hîzba Baas û dibin pêşengiya Zeîm Sidîq de hatin qetilkirin.

Di 8'ê Sibata 1963an de Hizba Baas a Iraqê li dijî Serokkomarê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim darbe pêk anî. Di encamê de li avahiya televîzyonê Ebdulkerîm Qasim hate gulebarankirin. Êdî rejîma Basê hêdî hêdî dest danî li ser hikûmeta Iraqê, bi sedan rêveberên Hizba Şuî û fermandarên payebilind ên Ebdulkerîm Qasim hatin kuştin.

Baasiyan di despêka darbeyê de têkiliya xwe bi rêveberên Kurdistanê re çêkirin û sozên mezin dan Kurdan. Yek ji wan sozan jî rêveberiya nenavendî bû. Lê piştî ku cihê xwe qayîm kirin, wan jî pişta xwe dan daxwazên gelê Kurd ku ji sozên xwe peşîman bûn û bi hincetên cûrbecûr hewl dan li Başûrê Kurdistanê şer bikin.

Di 8'ê Hezîrana 1963'an de artêşa Iraq bi fermandariya Zeîm Sidîq ber bi çiyayê Giwêje û Ezmer ên bajarê Silêmaniyê ve ketin rê. Lê pêşmerge li dijî wan derketin û li wê navçeyê paşve vekişiyan û Zeîm Sidîq piştî wê bi rojekê hemû aciziya xwe ji welatiyên bêçek rakir.

Di 9'ê Hezîrana 1963'an de ku rojek piştî şerê di navbera pêşmerge û hîzba Baasê de bi fermana Zeîm Sidîq qedexeya hatin û çûnê li bajarê Silêmaniyê bi hincetên ku gerana li çek û pêşmergeyan ragihand. Di wê rojê de hîzba Baas 82 kes ji mamosta, kasibkar û ciwanên bê sûc destgîrkirin. Li nêzîkî Hamiye ya niha ku Parka Azadî ya li bajarê Silêmaniyê heyî, ew 82 kes bi awayekî hovane li wir hate gulebaran kirin û veşartin.

Piştî wê Hizba Baas bi fermî şer li dijî pêşmergeyan ragihand ku heta dawiya rûxandina Rejîma Baas ya sala 2003’yê bi sed hezaran Kurdên Başûr bi kîmyabaran, sêdaredan û enfalkirinê qetil kirin.

Rêveberê Giştî ya Kar û Barê Şehîdan û Enfalkiriyên Silêmaniyê Edîb Letîf Mihemed derbarê komkujiyê û dezgaya hikûmetê ya ji bo bîranîna şehîdên 9’ê Hezîranê kar dikin, ji me re axivî û got: " 9’ê Hezîrana sala 1963’ê rojekî reş e ji bo Kurdan, ji ber wê destpêka sîstema Baas û destpêka tinekirina Kurd bû. Di sala 1963’yê de 84 ciwanên bajarê Silêmaniyê girtin û li navçeya Hamî Silêmaniyê kuştin.”

Her wiha Edîb Letîf di dewama axaftinên xwe de jî bal kişand li ser merasîma salvegera komkujiyê û ragihand wan bi salan bîranîna wan bi bîrtînin lê îsal ji ber sedemê girêdana bi meclisa wezîran û wezareta tendirûstiyê ku ji ber vîrusa koronayê, nikarin îsal bîranîna wan bikin.

Di dawiyê de qala vê jî hate kirin ku bi salane ku xeletiyek heye ku çapemenî radigihînin ku 82 kes li wir hatine şehîd kirin lê li gorî agehî û hejmarên ku li gel me 84 kes di wê rojê de li bajarê Silêmaniyê şehîd bûne.

Di heman demê de yek ji çalakvanên medenî yê li bajarê Silêmaniyê Adil Osman girêdayî heman mijarê got: "Mixabin piştî komkujiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê parkê weke sembolekî ji bo wê komkujiyê nas nekir, belku weke cihekî dem derbazkirinê bi kar tînin."