DOSYA III

Sal bi sal ez xwezî bi par

Gerîla bi hebûna hêz û şêwaza xwe ya leşkerî ya modern, hem asîman û hem bejahiya Herêmên Parastina Medyayê kontrol dike.

Gelê Kurd ji ber ku xwedî çandeke dewlemend e, kêm bûyer hene ku nekevin nav biwêjekê. Ev biwêja jorîn rast nûnertiya rewşa têkçûyî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker dike li hember berxwedana birûmet a gerîlayên azadiya Kurdistanê. Hêzên gerîla li ser bingeha ‘rexnedayîn’ê ji her aliyê şer ve, ji kêliyê heta rojê, ji gavê heta qonaxê, her tim di taktîk û teknîkên şer de di pêşveçûnê de ne. Wisa ku em niha dibînin, artêşeke mezin lê bê îrade wekî artêşa dewleta Tirk a dagirker, ku di bingeha xwe de nûnertiya hêzên NATO’yê dike, bi salan e di şerekî têkçûyî de ye li hember hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê.

Em vegerin ser wê wateyê ku di biwêjê de heye; rejîm li pey rejîman, desthilatdar li pey desthilatdaran bi dirêjahiya desthilatdariya dewleta Komara Tirkiyeyê, her dem em dibihîzin ku dibêjin ‘Ev havîn havîna PKK’ê ya dawî ye.’ Rejîma AKP-MHP jî bi heman zimanî dibêje ‘Îsal em ê kilîtê bigirin’ ku mebest jê jinavbirina tevgera azadiya Kurdistanê ye.

REJÎMA AKP-MHP ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNE, GERÎLA JÎ BI EŞKEREKIRINA HEJMARAN BERSIVÊ DIDE

Ji bo gihîştina armanca xwe ya dîrokî, ku bingeha xewna dewleta Tirk e, hemû rê û rêbazan bi kar tîne: li bajaran bi zindanîkirina pêşengên Kurd û azadîxwazên din ên nav Tirkiyeyê, li çiyayan jî bi domandina operasyonên dagirkeriyê, ku li ber çavên cîhanê çekên qedexekirî û her cure gaza kîmyewî bi kar tîne, bêyî ku kesek bibêje ‘raweste, ev sûcê şer e’. Berfirehkirina operasyonên dagirkeriyê bi xwe tê wê wateyê ku ew negihîştiye armancên xwe û têkçûnên wê kûrtir bûne. Li vir û li wir hejmara leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker ku hatine cezakirin li ber çavên me dikevin. Ev hejmar çi ji me re dibêjin? Hejmar bi xwe belge ne li ser têkçûna artêşa Tirk. Li hember van rastiyan artêşa Tirk ji bo xapandina raya giştî wan heman dîmenan di çapemeniya xwe de datîne ku ji aliyê çapemeniya azad û kesên sivîl ve tên belavkirin. Van demên dawî rojnamegerekî diyar kir ku dewleta Tirk dîmenên wê wêrankarî û şewitandinê ku ji ber bombebaranên balafirên wê yên şer çêbûne, di çapemeniyê de wan wisa belav dike ku qaşo ev hemû ji aliyê gerîla ve hatine şewitandin! Loma artêşa Tirk ji bo rizgarbûna ji van têkçûnan neçar e wekî karê xwe yê hertimî bi şerê taybet rastiyan biguherîne.

SAL BI SAL XWEZÎ BI PAR

Di şer de yek qanûn heye: yan serkeftin yan têkçûn. Îsbata van her du rewşan jî encamên şer in. Di gel veşartina ziyanên xwe yên mezin û zêde, artêşa Tirk her havîn ji bo pêkanîn û destpêkirina armancên xwe yên dagirkeriyê, planên nû û li kêleka wê fermandarên payebilind ên nû datîne û fermandarên berê ji erkê dûr dixe. Tekane rêya derketin û veşartina têkçûnê di artêşê de tenê ew dûrxistina fermandarên operasyonê ye.

Ev derewa dawîn a şerê taybet ê artêşa Tirk a dagirker e. Piştî ku neçar ma li kuştina fermandarekî payebilind ê bi navê Abdullah Cem Demirkan mikur were, ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve li herêma Zapê hatibû cezakirin, ev derew kir. Em dikarin vê çalakiya gerîla ji du aliyan ve şîrove bikin. Aliyek, ew fermandarên teqawîdkirî û dûrxistî yên artêşa Tirk ji xwe re dibêjin xwezî bi rewşa me ya berê, niha em sax in, ev jî hevwateya gotina Kurdî ya ‘Sal bi sal xwezî bi par’ e. Û aliyê din, artêşa dewleta Tirk bi awayekî di têkçûna xwe de asê maye ku êdî derew û manîpulasyonên şerê taybet jî nikarin têkçûnên wê veşêrin.

ASÎMANÊN HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ DEMSAL ÇI DIBE BILA BIBE, JI GERÎLA RE NE

Artêşa Tirk a faşîst, bi salan e dibêje ku ew ê vê demsala havînê hêza gerîla ji nav bibe. Ew qas ev derewa xeyalî kiriye ku êdî ji hemû gelan re eşkere bûye ku hêza gerîla ku xwe li ser baweriya têkoşîna hêza Apoyî ava kiriye, di dîroka rizgarî û rûmetê de rehên xwe berdane û îradeya xwe ji xwîna şehîdan digire, dê her tim bimîne û bigihîje armanca rizgariya Kurdistanê jî, têkçûn û jinavçûna wê tune ye. Loma hemû çekên di destê artêşa Tirk a têkçûyî de ji bilî derew û manîpulasyona şerê taybet ne tu tişt e.

Eger em li wan êrişên dagirkeriyê binêrin ku ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP hem bi armanca zindîkirina xewna jiberçûyî ya Mîsaqa Milî û hem jî ji bo veşartina rûreşiya desthilatdariya xwe li hundirê Tirkiyeyê û bi armanca pêşxistina nijadperestiya Tirk ji 2021ê ve dest pê kirine, em ê bibînin kubdi nav van sê salan de û bi taybetî ji zivistana sala par ve ji ber çalakiyên gerîla çi derbe û ziyan û têkçûnek xwarine. Hêzên gerîla di destekî wan de çek û di destekî wan de kamera kêlî bi kêlî êrişên xwe yên wêrekane bi dengê serkeftinên gerîla tomar dikin.

Îfadeya “Ev ax axa gerîla û goristana leşkerên Tirk e” bûye manîfestoya serkeftinên gerîla; termên leşkerên artêşa Tirk, bi agirê şewitandina taldeyên wan derdikeve, nasnameyên kuştiyên artêşa Tirk li ser wan çekan in ku piştî revîna wan dimînin. Van hemû tiştan wek rêzefîlmekî roj bi roj zivistana sar a gerîla germ dikir û dibû mizgînî ji bo gelê welatparêz ê Kurd.

Va ye demsala havînê hat û dagirkeriya nû dest pê kiriye, bi taybetî ji 3’yê Tîrmehê ve ji erd û asîmanan ve êriş hene. Em dibînin û wekî her tim eşkere bûye ku artêşa Tirk li bejahiyê di nav lîtava têkçûna xwe de asê maye, hemû şanaziya wan hebûna hêza balafirên şer û dronên şerker e. Hêza gerîla di biharê de bi mizgîniyekê xistina zêdetirî 15 balafirên bêmirov ên şer ên artêşa Tirk ragihand, ev jî bû şokek ji bo artêşa Tirk û têkşikandina şanaziya wan. Artêşa Tirk pir baş fam kiriye ku êdî operasyonên bejahî li ser çiyayên azad ên Kurdistanê ne mimkin in, têkçûna wan e. Ji ber vê yekê ji bo vê dagirkeriya nû pişta xwe bi helîkopteran girê dide ji bo veguhastina hêzên xwe bo daxistina wan û bicihkirina wan di xalên xwe yên armanckirî de. Di nav 20 rojan de sê helîkopterên bi cureya Sikorsky yên artêşa Tirk ji aliyê hêzên gerîla ve hatin xistin, di heman demê de rojane ew helîkopter rastî derbeyên gerîla tên. Mebesta min li vir ev e; gerîla bi hebûna hêz û şêwaza xwe ya leşkerî ya modern, hem asîman û hem bejahiya Herêmên Parastina Medyayê kontrol dike.