SÎHA’yên Tirk bombe li Mexmûr barand -NÛ BÛ II

Li Wargeha Mexmûrê Balafirên Tirk ên SÎHA di saet 13:55’an de bombe li Mexmûr barandin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê SÎHA’yên Tirk a dagirker bombe li Mexmûr barand.

Agahiyên li ser ziyanên canî û madî nehatin bi destxistin.

Piştî êrîş pêk hat, gel ber bi cihê bûyerê ve çûn

Cihê ku êrîş lê pêk hatî ber derê parka Şehîd Aryen e û rojane bi sedan kes derbas dibe û cihê lîstokê ye. Li vê derê dibistanên wargehê hene.

Tê payîn Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav bike.

Hêjayî gotinê ye serokkomarê Tirk Recep Tayîp beriya çend rojan gefa êrîşê li wargehê xwaribû. Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê hemberî êrişan bêdengiya xwe diparêze.