SÎHA bombe li kampa Êzidî ya Qadiya ya Zaxo barand: 2 kes mirin û kesek birîndar bû

Li ser kampa Êzidî Qadiya li bajarê Zaxo ya Başûrê Kurdistanê êrîşeke esmanî pêk hat. Di encama êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.