Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
Herêmên çiyayên Gabar û Cûdî careke din ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlekariya Taybet" hat îlankirin û hatin qedexekirin.
Herêmên çiyayên Gabar û Cûdî careke din ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlekariya Taybet" hat îlankirin û hatin qedexekirin.
Li Çiyayê Gabarê yê di navbera navenda Şirnex û navçeya Basayê û herêmên Çiyayê Cûdî yên di navbera Şirnexê û navçeyên Silopiya û Cizîrê de ne careke din biryara qedexeya 15 rojan hat dayîn.
Walîtiya Tirk di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev herêm ji 10'ê Nîsanê heta 24'ê Nîsanê weke "Herêma Ewlekariya Taybet" hatine ragihandin.
Her du herêm bi salan di bin navê "operasyon û ewlehiyê" de hatin qedexekirin.