Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 53’yemîn didome

Nobeta Azadiya ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi koma 53’yemîn didome.

LI MEXMÛRÊ NOBETA AZADIYÊ

Nobeta Azadiyê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî destpê kir, di roja 263’yan de bi koma 53’yemîn berdewam dike.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 52’an Rojbîn Otun daxuyanî xwend.

Rojbîn Otun diyar kir ku sê sal in dewleta faşîst a Tirk li Îmraliyê tecrîda giran dimeşîne û wiha got: “Demek dirêje gelê Kurd li hemberî vê nêzîkatiya dewleta Tirk di nava çalakiyan dene. Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêber Ocalan de li hemû deverên cîhanê çalakiyên cûr be cûr tên li darxistin. Dewleta Tirk van çalakiyan ji nedîtî ve tê û hemû rêyên çarseriyê digire. Dewletên hegemon jî çavên xwe ji vê helwesta dewleta Tirk re digire. Ji bo rawestana şerê heyî pêwîste di zûtirîn dem de hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin û çarserî were welatê me. Bila dijmin bizanibe heya em Rêbertiya xwe fîzîkî azad nekin sekin ji me re tine ye.”

Nobeta Azadiyê bi berzkirina dirûşman û dewrgirtina komna koma 53’yemîn bi dawî bû.