Li Mexmûrê ji bo Sorxwîn Celal konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo yek ji fermandarên YPJ'ê Sorxwîn Celal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê konê sersaxiyê hat vedan.

ARÎN KOBANÊ

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Celal (Vahide Atalay) ku di 3’yê Nîsanê de li Kobanê di encama êrîşa hewayî de li gel hevrêya xwe Arîn Kobanê gihiştin şahadetê, konê sersaxiyê hat vedan.

Konê sersaxiyê ji aliyê xelk û endamên sazî û meclisên wargehê ve hat ziyaretkirin. Beriya ku axaftin were kirin deqeyek rêz ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Pîranî axivî û di serî de sersaxî ji Rêber Apo û malbata şehîd re xwest û got: “Zilm û zoriyek mezin li gelê Kurd tê kirin û keç û xortên vî welatî yên wek Hevala Sorxwîn û Ronahiyan li ber xwe didin. Em dibêjin bila serê Rêber Apo û tevahî gelê Kurd û malbata hêja saxbe. Malbata şehîd ji şehadetan ne dure, gelek şehîdên wan hene û malbatek welatparêz e. Em sersaxiyê ji wan re dixwazin.”