Li Şamê ji bo Abdullah Ocalan 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin

Komîteya Însiyatîfa Gel a ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, di çarçoveya kampanya îmzeyan a li Şamê de nêzî 3 hezar û 200 îmze kom kirin.

PÊNGAVA JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ

Komîteya Însiyatîfa Gel a ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî bi daxuyaniyekê encamên kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin eşkere kir. Çalakî bi beşdariya endamên komîteyên komkirina îmzeyan li taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê hat lidarxistin. Endamê komîteyê Hesen Ebdullah daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû çalakiyên li Şamê û gundewarê wê tev li hemleyê bûn ji ber ku şêniyan bawer kiriye ku projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn rêya herî guncaw e.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku hemleya komkirina îmzeyan li Şamê û gundewarê wê bi encama 3 hezar û 200 îmzeyan bi dawî bû.

Di dawiya daxuyaniyê de soza xwedîderktina li nirx û mîrasa şoreşgerî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî hat dayîn.