NÛ BÛ

Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çekek hate desteserkirin.

ÇALAKIYA LI DIJÎ DAGIRKIRIN

Şehîd Delîl li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Zapê ya Rojava li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin çalakiyek hate lidarxistin.

Çavkaniyên HPG’ê diyar kirin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatine cezakirin û çekek dagirkerekî hatiye desteserkirin.

HPG’ê ragihand ku di çalakiya ku gelek leşker birîndar bûne de 1 çeka ferdî ya tîpa MPT-55 hatiye desteserkirin.